Endamên hîndekariyê pişta xwe dan Bûlû û şermezar kirin 2021-01-05 13:15:57 STENBOL - Endamên hîndekariyê, Melîh Bûlû yê AKP’î ku weke rektor li Zanîngeha Bogazîçiyê hat wezîfedarkirin, di merasîma dewirgirtina kar de, pişta xwe dan wî û şermezar kirin.   Bertek û şermezarkirinên, tayînkirina Melîh Bûlû yê AKP’î ku bi bîryarnameya Serokkomar weke rektor li Zanîngeha Bogazîçiyê hat wezîfedarkirin, berdewam dikin. Endamên hîndekariyê yên Zanîngeha Bogazîçiyê, bi cubeyên xwe di merasîma dewirgirtina kar de cih girtin. Endamên hîndekariyê, di dema dewirgirtina kar de, pişta xwe dan Bûlû û şermezar kirin.