Li ser gorê wan sê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Em soza we pêk tînin 2021-01-05 13:32:59 ŞIRNEX – TJA’yê li Şirnexê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir li ser goran wan ew bibîr anîn. Dayika Demîr, Sakîne Demîr axivî û got ew soza keça xwe û hevrêyên wê pêk tîne û dê Kurdistan azad bibe.     Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Endama Meclîsa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di qedexeya derketina derve de di 4’ê Çileya 2016’an de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û rêveberên rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn li ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê pêk hat.   'MIN SOZA TE PÊK ANÎ'    Di bîranînê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî û destnîşan kir ku ew ê heta dawiya emrê xwe şopdarê têkoşîna wan bin û got: “Sêvê min soza te pêk anî. Min got ez ê tu caran riya te nîvî nehêlim. Bila çavê te nemîne. Ez li pey şopa te me. Em deyndarên we ne. Cihê we bihûşt e. Hezar caran rihmet li we be. Hûn bi şeref û namûs tekoşiyan. Bila bişewite mala xiyanetê. Serê me bi we bilind e. Li vê dinê nebe jî, li wê dinê hûnê bigihîjîn miraza xwe. Xwedê hez bike wê Kurdistan azad bibe."   'SÊRÊ XWE NETEWANDIN'   Pişt re Parlamenter Nûran Îmîr axivî û bal kişand ser têkoşîna her sê jinan û wiha got: "Weke tevgera jin a Kurd em îro sê cangoriyên azadiyê bibîr tînîn. Heval Sêvê, Pakîze û Fatma di oxira têkoşînê de ji me re sembol in. Sê gulên Kurdistanê li dijî sepanên ser mirovahiyê derketin û li dijî faşîzma ku îro li mirovahiyê tê ferzkirin biryardayîna xwe dabûn. Wan li dijî vê pergala dixwaze em serê xwe bitewînin û îrade û hebûna jinan tune dihesibîne serî rakirin. Bi têkoşîna xwe bawerî dan xeta azadiyê û ketin nava refên têkoşîna azadî û demokrasiyê. Di vê oxirê de di nav şert û mercên herî giran de her sê hevalên me li ber xwe dan. Li dijî hişmendiya zayendperest tekoşiyan. Ew bi dehan caran hatin girtin, binçav kirin û bi îşkenceyê re rûbirû man, lê wan tu carî serê xwe netewand."   'SERKEFTIN A JINÊN AZAD E'   Îmîr anî ziman ku ew ê heta dawiyê li pey têkoşîna jinên azad bin û wiha got: “Têkoşîna wan riya me ronî dike. Yên ku bi ser bikevin em in. Yên ku tehemulî me û vîna me nake û li dijî daxwaza me ya azadiyê me dikujin wê wenda bikin. Serkeftin a jinên azad e. Şehîd namirin."    Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ser gorên her sê jinan û bîranîn li vir bi dawî bû.