Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin 2021-01-05 22:55:04   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, 5 deverên bajêr qedexe kirin.    Walîtiya Colemêrgê 5 deverên girêdayî navenda bajêr, navçeya Çelê, Şemzînan, Gever û Rûbarokê qedexe kirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kirin têketin û dekretina her pênc herêman heya 14'ê Çiley hatiye qedexekirin.