Rojnamevan jî di nav de 18 jin hatin berdan 2021-01-06 00:04:41   ENQERE - Nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger jî di nav de 18 kesên ku di dema çalakiya ji bo Gulîstan Dokûyê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Platforma Jinan a Enqereyê derbarê Gulîstan Dokûya ku saleke xeber jê nayê girtin de çalakiyek li dar xistibû. Di dema çalakiyê de 18 jin hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan 18 jinên hatibûn binçavkirin hatin berdan. Di nav van jinan de nûçegihanên Jinnewsê Oznûr Deger û Habîbe Eren û rojnamevan Eylul Denîz Yaşar jî dema ku xwetibûn çalakiyê bişopînin hatibûn binçavkirin. Her sê rojnamevan jî hatin berdan.