Operasyonên binçavkirinê li dijî xwendekarên Bogazîçiyê didomin 2021-01-06 08:48:26   STENBOL – Operasyona binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê vê sibehê berdewam kir. Di operasyonên hemwext de gelek xwendekar hatin binçavkirin.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, bernamzetê parlamenteriyê yê AKP’ê Prof. Dr. Melîh Bûlû wek rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê kir. Xwendekarên Zanîngehê tayînkirina Bûlû protesto dikin. Di 4’ê çile de xwendekaran li ber zanîngehê xwepêşandan li dar xistibûn û tayînkirinê protesto kiribûn. Bi boneya xwepêşandanan operasyonên binçavkirinê li dijî xwendekaran didomin.    Duh serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtibû û 17 xwendekar binçav kiribûn. Polîsan derî û dîwarên malên xwendekaran bi darê zorê şikandinbûn û hilweşandibûn.    Duh di saetên êvarê de hejmara binçavkirinan xwendekaran gihîşt 22 kesan û operasyonan vê sibehê jî berdewam kir.    Vê serê sibehê polîsan bi ser 6 navnîşanên cuda de bi awayek hemwext girtin û hat zanîn ku gelek xwendekar hatine binçavkirin.