Ji DÎB’ê daxuyaniya tayînkirina rektor: Ji 12’ê Îlonê ve cara ewil e 2021-01-06 12:01:03 STENBOL – DÎB’ê têkildarî Melîh Bûlû yê tayînî rektoriya Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin anî ziman ku piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê cara ewil e ku rektorek ji derve tayînî zanîngehekê tê kirin.  Yekîtiya Ji Bo Demokasiyê (DÎB), têkildarî bernamzetê parlamenteriyê yê AKP’ê Melîh Bûlû yê tayînî rektoriya Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin, daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin divê kelemçe li azadiya akademiye neyê xistin û piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê cara ewil e ku rektorek ji derve tayînî zanîngehekê tê kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi destê serokkomariyê dixwazin zanîngeh ango akademiyan bixin bin kontrolê û dixwazin bi van sepanên tayînkirina rektoran zanista zanîngehan û azadiya akademiye tune bikin û zanîngehên xweser ên destûra bingehîn bi îqtîdarê ve werin girêdan. Di daxuyaniyê de hat xwestin divê demildest tayînkirina rektorê Bogazîçiyê û zanîngehên din werin betalkirin û xwendekarên xwepêşandan li dar xistine û hatine binçavkirin werin berdan.