Gergerlîoglû: Xwendekaran di lêgerîna tazî re derbas kirin 2021-01-06 13:07:20   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku xwendekarên ku ji ber şermezarkirina tayînkirina rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê hatine binçavkirin, di lêgerîna tazî re hatine derbaskirin.    Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, li meclisê civîneke çapameniyê li dar xist û mudaxaleya polisan a li hemberî çalakiyên şermezarkirina tayînkirina rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê nirxand. Gergerlîoglû, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê hewl dide zanîngehên ku divê xweser bin bike bin kontrola xwe û tayînkirina Melîh Bûlû ya weke rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê mînaka herî dawî ya vê yekê ye.    LEGERÎNA TAZÎ   Gergerlîoglû, da zanîn ku xwendekarên ku ji ber şermezarkirinê hatine binçavkirin di lêgerîna tazîre hatine derbaskirin û ev agahî dan: “Xwendekaran tayînkirina rektorekî şermezar kirine. Îro jî binçavkirin hene. Çi dibe? Ev dîmen nîşan didin ku em li dewleteke polisan dijîn. Sûcê esasî Walîtiya Stenbolê ku mafekî qanûnî bi zordariyê asteng dike pêk tîne. Xwendekarên ku duh hatine binçavkirin di lêgerîna tazîre hatine derbaskirin. Divê ev nebin.”