Ji bo kelemçeya deriyê Bogazîçiyê lêpirsîn hat destpêkirin 2021-01-06 13:39:28   STENBOL - Têkildarî kelemçeya ku dema protestokirina tayînkirina rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê bi deriye zanîngehê ve hat kirin lêpirsîn hat destpêkirin.   Piştî ku Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayîp Erdogan, Melîh Bûlû yê AKP’î weke rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê kir, xwendekaran xwenpêşandanên protestoyê li dar xistin. Di dema van protestokirinan de polîsan kelemçe bi deriyê zanîngehê yê Kampûsa Başûr ve kirin. Derbarê kelemçekirina deriyê zanîngehê de lêpirsîn hat destpêkirin.   Di encama lêpirsîna hatiye destpêkirin de hat angaştkirin ku polîsekî bêyî fermana serfermanê xwe kelemçe bi derî ve kiriye. Polîsê ku derbarê bûyerê de agahî jê hatin girtin da zanîn ku bi înîsiyatîfa xwe û ji bo ku deriyê hesin neyê vekirin kelemçe bi derî ve kiriye. Hat diyarkirin ku lêkolîna ku derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin berdewam dike.