Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye 2021-01-06 14:01:36 STENBOL – Xwendekarên Bogazîçiyê ji bo balê bikişînin ser hevalên xwe yên xwendekar di binçavan de bi lêgerîna tazî re rûbirû mane daxuyanî dan û gotin lêgerîna tazî rêbazek îşkencê ye û ew ê bi biryardarî çalakiyên xwe bidomînin.    Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê têkildarî hevalên xwe yên xwendekar ku tayînkirina Melîh Bûlû yê AKP’yî protesto kiribûn û hatibûn binçavkirin û bi lêgerîna tazî re rûbirû mane li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek xwendekar beşdarî civînê bûn û pankarta “Bila îşkenceya lêgerîna tazî bi dawî bibe û binçavkirî werin berdan” daliqandin.    ‘AKP DIXWAZE PERGALA XWE AVA BIKE’    Li ser navê xwendekaran Misra Sipan a xwendekara zanîngehê axîvî û destnîşan kir ku AKP dixwaze li zanîngehan pergala xwe bixe meriyetê, tayînkirina rektorên qeyûm jî hilberîna siyaseta zext û tundiyê ye û ew rektorê qeyûm naxwazin.    LI MIDURIYETA POLÎSAN LÊGERÎNA TAZÎ!    Sipan anî ziman ku Melîh Bûlû di nava AKP’ê de siyaseta aktîf birêve dibe û xwendekarên xwestin li dijî wî çalakî li dar bixin bi êrişên polîsan re rûbirû mane û hatine binçavkirin. Sipan destnîşan kir ku hevalên wan xwendekar ên hatin binçavkirin li avahiya polîsan bi lêgerîna tazî re rûbirû mane û got: “Hevalên me li dijî lêgerîna tazî li ber xwe dane. Polîsan bi darê zorê wan li erdê dirêj kiriye û cilan ji wan kiriye. Li hevalên me LGBTÎ+ gefa destdirêjiyê û kuştinê hatiye xwarin û ew bi tundiya zayendeperst û fobîk a polîsan re rûbirû mane. Hevalên me li dijî her cûre zext, zordarî û tundiya zayendpereset derdikevin ne bi tenê ne û em sekna wan silav dikin.”    ‘LÊGERÎNA TAZÎ ÎŞKENCE YE’    Sipan da zanîn ku lêferzkirina lêgerîna tazî ya îqtîdara AKP’ê û polîsên girêdayî wan rêbazek îşkence ye û ew vê rêbaza îşkenceyê û muameleya xirab li ser xwendekaran û xelkê şermezar dikin û dê rê nedin vê yekê.    ‘EM REKTORÊ QEYÛM NAXWAZIN’    Sipan destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin AKP’ê ku pergala xwe li zanîngehan bixe meriyetê û got: “Em rektorên qeyûm qebûl nakin. Em ê li dijî her cûre siyseta we ya zext, binçavkirin û tundiyê li ber xwe bidin û em ê zanîngehê xwe azad bikin.”    ‘DI BINÇAVAN DE HÊZA DEWLETÊ’    Parêzer Gokhan Soysal jî destnîşan kir ku di binçavan de sepanên li dijî hiqûqê hatine kirin, yasa nehatine sepandin û destûr nehatiye dayîn ew bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Soysal anî ziman ku ew duh bi miwekîlek xwe re hevdîtinê kiriye û miwekîl jê re gotiye polîsan gef li wan xwariye û gotiye “Polîsan berê sîlehê xwe da ser me. Hûn çawa ji dewletê re dibêjin qatil? Em ê li vir dewleta rastî nîşanî we bidin.”   ‘BERXWEDANA XWENDEKARAN PERGALÊ ACIZ KIR’    Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî axivî û destnîşan kir ku welat ziviriye erdnîgariya sûckirinê û ji bo dewlet sûcê xwe veşêre dixwaze zanîngehan bixe bin kontrola xwe. Keskîn diyar kir ku Zanîngeha Bogazîçiyê zanîngehek azad e û wiha got: “Lewma pergalê aciz kir. Her kes li dijî rektorek nasnameya wî eşkere ye derket. Hêj roja ewil xwendekaran wek endamên rêxistinê û rêxistinvan sûcdar kir. Hûn ji rektorek ku ciwanên li erdnîgariya xwe ditirse çi hêvî dikin…”    ‘BERXWEDÊR LI BOGAZÎÇIYÊ NE’   Keskîn destnîşan kir ku serê sibê ji bo ew xwendekarên di binçavan de ne bibîne çûye Miduriyeta Polîsan û got: “Hevdîtina min hat astengkirin. Me dikaribû di salên 1990’î de miwekîlên xwe bibînin. Riha ku serî natewîne îro li Bogazîçiyê ye. Lewma jî em hemû xwendekarên Bogazîçiyê ne.”