Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin 2021-01-06 16:47:09   AMED – Li Amedê  2 jê parêzer 3 kes li malekê mirî hatin dîtin.     Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, li mala Parêzer Omer Baran ku li Baroya Amedê qeyd kiriye 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin. Hat hînbûn ku kesên jiyana xwe ji dest dane Parêzer Omer Baran, hevjîna wî Mujde Baran û parêzerê stajyer Mahsûn Akbaş in. Tê texmînkirin ku ji ber jehrîbûna gaza xwezayî bûyer pêk hatiye.   Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kir ku ji jehrîbûna gaza xwezayî bi guman in lê sedema teqez a mirina parêzeran piştî otopsiya wan diyar bibe.    Li mala ku bûyer lê çêbû lêkolîn hat kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin