VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir 2021-01-07 07:58:26 WAN - VEDAŞ’ê ceyrana taxa Yalim Erez a Navçeya Armûşê ya Wanê qût kir. Şêniyên taxê zêdeyî 20 saetan in bê ceyran in.   Şîrketa Belavkirina Enerjiye ya Gola Wanê (VEDAŞ), zêdeyî 20 saetan e ceyran ji ser şêniyên taxa  Yalim Erez a Navçeya Armûşê ya Wanê qût kiriye. VEDAŞ'ê bi hinceta welatî destûr nadin jimareka ceyranê derxin ser direkên ceyranê, ceyrana taxê qût kir. VEDAŞ'ê zêdeyî 20 saetan e ceyran ji ser welatiyan qût kiriye. Şêniyên taxê li dijî vê pêkanîna VEDAŞ'ê li pêş dîrekên ceyranê teker pêxistin û çalakî li dar xistin. Çalakiya welatiyan a li dijî pêkanînên VEDAŞ'ê didome.