‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye' 2021-01-07 09:05:04 STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, bal kişand ser 25'emîn salvegera kuştina rojnameger Metîn Goktepe û wiha got: “Ew remza têkoşîna azadiya çapemeniyê ye."    Polîsan Rojnamevan ê nûçegihaniya Rojnameya Evrsenselê Metîn Goktepe di 8’ê çileya 1996’an de kuşt. Polîsan Goktepe bi lêdanê qetil kir. Dema Goktepe xwest merasima cenazeyê Orhan Ozen û Riza Boybaş bişopîne, polîsan Goktepe bi îşkenceyê kuştin. Di ser kuştina Goktepe re 25 sal borîn. Kuştina Rojnameger Goktepe wê demê li Tirkiye deng vedabû. Piştî polîsan Goktepe kuştin, Wezîrê Karên Hundir Teoman Unusan di 11'ê Çileya 1996'an de beşdarî bernameyek TV bû û got “Têkildarî mijarê tam agahiya min tune ye. Lê li gorî agahiya dawî tê gotin Metîn Goktepe ji dîwar ketiye û miriye." Piştî demek kurt kuştina Goktepe ya gotin "Ji dîwar keti" qebûl kirin.    Wezîr ji ber vê yekê ji dayika Goktepe Fadime Goktepe lêborîn xwestibû. Lê dayika Goktepe Fadîme Goktepe ev lêborîn qebûl nekiribû û xwestibûn bersûv bên darizandin û cezakirin.    4 SALAN DOZÊ BERDEWAM KIR   Piştî polîsan Goktepe kuştin, doza Goktepe li gelek bajaran hat dîtin û 4 salan berdewam kir. Di sibata 1999'an de doz bi encam kirin. Ji 11 bersûcên polîs li 6 polîsan ji bo her yekî 7 sal û 6 meh ceza da. Di 5'ê Gulana 1999'an de Dadgeha Bilind cezayê 6 polîsan erê kir. Cezayê Midûrê polîsan jî xera kir. Polîsan piştre ji efûya Rahşanê sûd girtin û bi giştî 1 sal û 8 mehan girtî man û hatin berdan.    'BI DIL Û CAN RASTÎ DIPARAST'     Xwişka Metîn Goktepe Meryem Goktepe Turkmen, anî ziman ku birayê wê ji zarokantiya xwe de xwedî berpirsiyar tevdigeriya. Rojnamegerî ji bo birayê min evîn û hezkirin bû. Hêj dibistana lîseyê dixwend dest bi rojnamegeriyê kir. Metîn digot 'Ez carek din bêm dinyayê ezê dîsa bibin rojnameger. Birayê min bi dil û can rastî parast."    Turkmen, anî ziman ku 25 salin diçin ser gora birayê xwe û wî bibîr tînin û wiha axivî: "Em li ser gora wî wî bibîr tînin û hesretê derbas dikin. Em geşedanan bi wîre parve dikin. Ez ê di bîranîna îsal de kuştina 300 jinan pêre parve bikim. Ez bang li her kesî dikin ku li dijî tundiya jinan hestiyar tev bigerin."    'DEWAMA CÎNAYETÊN SALÊN 90'Î BÛ'     Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî anî ziman ku kuştina Metîn Goktepe berdewama cînayetên salên 90’î bû û wiha got: "Piştî Goktepe hat kuştin, ji bo piştevaniya çapemeniyê xurt bibe me gelek xebat kir. Piştî me ew piştevanî xurt kir, me rê li pêş gelek cînayetên din girt. Cezakirina kujerên Goktepe girîng bû. Ev ceza bi xêra têkoşîna wê demê hat dayîn. Niha îqtîdarê li gorî xwe medyayek ava kiriye. Li Tirkiyeyê li aliyeki medya îqtîdarê heye. Li aliyê din piştevaniya xurt a rojnamegeran heye. Divê mirov vê piştevaniyê bêtir xurt û zindî bike. Ji ber ku îqtîdar çapemeniyê li dijî xwe hêz dibîne zextên li ser çapemeniyê zêde dike."    'DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'   Polat, xwest li dijî zext û tundiya li ser çapemeniyê piştevanî û têkoşina hevpar bêtir xurt bikin û wiha axivî: "Dema hûn nûçeyên rast û heqîqetê çêkin. Dema hûn bibin sedem ku gel bibe xwedî agahî û azadiya agahiyê bi dest bixe, wê demê hûn jî azad in. Her nûçeyek rast bêtir çapemeniyê azad dike. Her ku çapemenî azad dibe, bêtir ronî dike. Divê ji bo ev yek zindî bê girtin têkoşîn mezin bibe.    JI BER QARTA ZER A METÎN TUNE BÛ BINÇAV KIRIN   Polat, anî ziman ku wê demê ji ber karta zer a Goktepe tune bû, polîsan ew binçav kirin û wiha bi dawî kir: "Wê demê sepandina karta zer ji niha cudatir bû. We demê saziyên ku îqtîdar jê bêzar bu jî dikaribûn kartên zer bistînin. Lê niha îqtîdar dixwaze rojnamegeriyê diyar bike. Divê rêxistinên pîşeyî karta çapemeniyê ji destê dewletê derxin. Divê rêxistinên çapemeniyê karta zer bidin xebatkarên çapemeniyê. Piştî Gokte hat kuştin, bi dehan kesên wekî Goktepe dest bi karê rojnamegeriyê kirin. Ew remza têkoşîna azadiya çapemeniyê ye. Em ê îsal dîsa Metîn bibîr bînin."      MA / Kadîr Guney