Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn 2021-01-07 09:05:19 MÊRSÎN - Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê, 15 roj cezayê hucreyê li girtiyekî hat birîn. Ceza ji ber ku girtî derbarê pirtûkekê de nîşe girtine hatiye birîn.  Li Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa F'yê, gardiyanan di 6'ê Gulana 2019'an de avêtiye ser qawîşand. Di avêtina ser qawîşekê de nîşeyên derbarê pirtûka "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatine dîtin. Piştî lêkolîna derbarê karaktera nivîse de kifş bûye ku yê nîşeyên navbirî girtine hikumxwar Harûn Kaya bûye. Piştî vê derbarê Kaya de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.    Desteya disîplînê ya girtîgehê derpêş kiriye ku nîşeyên navbirî "di wesfê rêxistiniyê de ne" û ji ber vê 15 roj cezayê hucreyê li Kaya biriye.