Çekdarên PDK’ê daran dibirin 2021-01-07 11:16:14   NAVENDA NÛÇEYAN  - Çekdarên PDK’ê li herêmên nêzî şervanên PKK'ê vê carê li rexa avakirina baregehên leşkerî, dest bi birîna daran kirine.   Hêzên çekdar ên grêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li herêmên nêzî PKK'e daran dibirine. PDK rojane baregehên nû li nêzî herêmên gerîla ava dike û çekên giran vediguheze herêmê. Vê carê PDK li rexa çêkirina baregehan, li herêmên nêzî gerîlayan dest bi birîna daran jî kiriye. Li gorî nûçeya  Rojnewsê ku ji herêmê agahî bi dest xist, çekdarên PDK’ê li herêma Qesrê ya ser bi navçeya Çoman û bajarokê Wertê ya ser bi navçeya Rewandiz yên dikevin ser bajarê Hewlêrê, dest bi birîna daran kiriye û ev dar bê ku ji bo wan pêwîst bike, tê birîn.   Herêmên ku çekdarên PDK’ê dar lê dibirin evin; “Zînî Wertê, Çiyayê Gewe, rêze çiyayên Direb, Girê Kêle ya ser bi bajarokê Wertê, Girê Maynesur, Girê Xanolan, gundê Welzêy a ser bi bajarokê Qesrê, Girê Kulîtar û derdora wê.” Li gorî agahiyan li herêma dar birînê, fermandarên PDK’ê ji xelkê herêmê xwestine bi kêfa xwe biçin û daran bibirin.