Helbestkar Ahmet Tellî beraet kir 2021-01-07 11:22:01   ENQERE – Helbestkar Ahmet Tellî, di doza bi sûcdariya “heqareta li serokkomar” dihat darizandin de beraet kir.    Danişîna biryarê ya Serokê Federasyona Şoreşgerên 78’an û helbestkar Ahmet Tellî ku derbarê wî de bi sûcdariya “heqareta li serokkomar” doz hatibû vekirin, li 22’êmîn Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê hat dîtin. Gelek kes bi armanca piştgiriyê tevlî danişîna Tellî bûn. Piştî parastinên ku hatin kirin, heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û derbarê Tellî de biryara beraetê da.    Tellî biryara derbarê xwe de nirxand û ev tişt got: “Jixwe dozeke derew bû. Ji ber vê di danişîne duyemîn de min beraet kir. Gelek kesan piştgirî da, ji hemûyan re spas dikim.”