90 rojin hêj lêpirsîna 4 rojnamegeran bi dawî nebûye 2021-01-07 11:42:42   WAN - 90 roj borîn, lê hêj lêpirsîna 4 rojnamegerên ku avêtina 2 welatiyên li Wanê eskeran ew ji helîkopterê avêtibûn, kiribûn nûçe û piştre hatin girtin, bi dawî nebûye. 3 meh borîn hêj dozgeriyê îdeanameya der barê rojnamegeran de amade nekiriye.       Eskeran li Navçeya Şaxê ya Wanê welatî Servet Turgut û Osman Şîban di 11'ê îlonê de binçav kiribûn û ji helîkopterê avêtibûn. Servet Turgut piştî ji helîkopterê avêtin jiyana xwe ji dest da. Osman Şîban jî hêj tê dermankirin.   Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala ji ber avêtina welatî Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkoptêrê kiribûn nûçe, di 9'ê cotmehê de hatin girtin. Parêzerên ji bo berdana rojnamevanên miwekîlên wan in serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Parêzerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ku di warê hiqûqî de tesmîlyetê ragirtin ser milê xwe serlêdan kirin.    Polîsan di 6'ê Cotmehê de bi ser malên rojnamegeran û buroya Mezopotamya ya Wanê de girtibûn. Piştî binçavkirina rojnamegran a 4 rojan Şukran Erdem, Mikail Tunçdemir û Fehim Çetiner hatin berdan, lê di 9'ê Cotmehê de  dadgehê der barê Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehÊ.    70 ROJ ŞÛNDE 2 ROJNAMEGEREN DIN BINÇAV KIRIN   Piştî li Wanê 4 rojnameger hatin girtin, 70 roj şûnde vê carê di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegîhana me ya Ajansa Mezopotamya Zeynep Durgut biçav kirin û birin Wanê. Durgut, di 17'ê kanûnê de binçav kirin û birin Wanê. Durgut piştî 4 rojan serbest hat berdan. Hemwext li Uşakê jî belavkarê rojnameyê Ferdî Sertkal binçav kirin û berdan.    Heta niha parêzeran ji bo rojnameger bên berdan îtîraz kirin û serî li dadgehên eleqeder dan. Lê serpêdana parêzeran hatin redkirin. 90 roj borîn, lê heta niha dozgeriyê lêpirsîn bi dawî nekiriye û doz venekiriye. Adnan Bilen û Cemil Uğur, ji girtîgehê peyam şandin û xwest rêxistinên çapemeniyê û parazvanên mafên mirovan li pîşeya rojnamegirê xwedî derkevin.    Rojnameger Adnan Bilen, anîbû ziman ku pîşeyê wan ji aliyê dadgehê ve nayê diyarkirin û girtî ji bo girtiyan bûye ceza. Bîlen, di peyama xwe de wiha gotibû: "Di şertên wisa zordar de her rojnamegerên rastiyan dinivîsin, rûyê sipî yê welağt in. Bi binçavkirin û girtina rojnamegeran nikarin van rastiyan veşêrin. Naxwazin rojnameger û siyasetmedar muxalefetê bikin. Tu hêzên din jî naxwazin. Li dijî van zext, tundî û binpêkirinê bê guman em ê rastiyan binivîsin û emê gotinên xwe bê tirs bînin ziman. Ji ber vê yekê em serbilind in. Divê bê zanîn ku ev doz ya hemû hêzên muxalif, rêxistinên civakî û medya muxalif e. Em bang li hemû rêxistinên medya û çapemeniyê dikin ku li pîşeyê rojnamegeriyê xwedî derkevin."    'EM DIZANIN BI GIRTINÊ DIXWAZIN RASTIYAN VEŞÊRIN'   Rojnameger Cemîl Ugur jî anî ziman ku girtina wan biryarek siyasî ye û wiha got: "Bi taybetî li vî welatî karta zer nedan çaemeniya muxalif. Kartên zer ên dan çapemiya muxalif jî betal kirin. Em wekî kesên çapemeniya azad em dizanin ji bo rastiyan veşêrin û rastî negêjin gel biryara girtina me dane. Em dizanin ev li dijî Ajansa Mezopotamya ye. Em bang li gelê xwe dikin ji bo em karibin rastiyan binivîsin li rûmeta pîşeya rojnamegeriyê û rojnamegeran xwedî derkevin."    MA / Mujdat Can