Ji HDP’ê pêşniyarqanûn: Bila amûrên paqijiyê ji jinan re bêpere bên dabînkirin 2021-01-07 13:04:04   ENQERE – Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi pêşniyarqanûnekê xwest ku ji bo dema edetê ji hemû jinên temenê wan di navbera 15-49’an de amûrên paqijiyê bêpere bên dabînkirin.    Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, pêşniyarqanûnekê da Serokatiya Meclisê û daxwaz kir ku ji bo dema edetê ji hemû jinên temenê wan di navbera 15-49’an de amûrên paqijiyê yên bi kar tînin bêpere bên dabînkirin. Koçyîgît, di pêşniyarqanûna xwe de destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de xizanî zêde bûye û ev yek jî herî zêde bandorê li jinan û zarokan dike. Koçyîgît, bi pêşniyarqanûnê xwest ku ev bandora li ser jinan bê sivikkirin.