HDP’ê serdana taxa ku ceyranê wê hatibû birîn kir 2021-01-07 13:40:36   WAN – Rêxistina HDP’ê ya Wanê, serdana gelê taxa Yalim Erez ku ji aliyê VEDAŞ’ê ve ceyrana wan hatiye birîn, kir.    Komên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Gola Wanê (VEDAŞ), li taxa Yalim Erezê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bi hinceta ku li dijî derxistina seetan a ser dîrekan dertên, 48 saetên ceyrana niştecihên taxê biriye. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî di nav de heyetek ji Rêxistina HDP’ê ya Wanê çû serdana taxê û bi niştecihên taxê yên hatine mexdûrkirin re hat gel hev.    Orhan, di serdanê de axaivî û diyar kir ku di vê pêvajoya pandemiyê de jî bêkar, xizan û bêceyran tê hiştin û xwest ku mexdûriyeta niştecihên taxê bê derbaskirin.