Ji derçûyên Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê 2021-01-07 13:52:31   STENBOL - Derçûyên Zanîngeha Bogazîçiyê, li dijî tayînkirina Melîh Bûlû ya weke rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê, kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin.   Derçûyên Zanîngeha Bogazîçiyê, li dijî tayînkirina Melîh Bûlû ya weke “rektorê qeyûm” a Zanîngeha Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. Derçûyan, diyar kir ku li gel têkoşîna xwendekar, xebatkar û hîndekarên ku bingeha xweser a zanîngehê diparêzinin û ev tişt gotin: "Em tayînkirina rektor ku nirxên demokratîk, azadiya zanistî û xweseriya akademîk a Zanîngeha Bogazîçiyê ku em lê derçûne bin pê dike qebûl nakin. Em piştgiriyê didin rêgezên li jêr ku Senatoya Zanîngeha Bogazîçiyê di sala 2012’an qebûl kirine:     * Ji aliyê pêşveçûna zanistî û civakî ve divê zanîngeh di bin bandor û zexta tu kes û saziyan de nemînin û weke amûra siyasetê neyên bikaranîn.   * Divê rêveberên akademîk yên weke serokê beşê, mudirê dibistana bilind, midurê enstituyê û dekan ne bi tayînkirinê bi hilbijartinê werin diyarkirin.   * Xweserbûna zanîngehan yek ji şertê zanîst, azadî û hilberîneriyê ye.