KESK: Em li cem pêkhatiyên Bogazîçî ne 2021-01-07 14:03:44   ENQERE – Platforma Şaxên KESK’ê yên Enqereyê, bertek nîşanî tayînkirina Melîh Bûlû ya weke rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê şermezar kir û ev daxuyanî da: “Em li cem pêkhateyên Zanîngeha Bogazîçiyê ne, em bi hev re bihêz in.”   Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Enqereyê, têkildarî tayînkirina Melîh Bûlû ya weke rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 5 a Enqereyê di bin dorpêça polisan de hat dayîn.    Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 5 a Enqereyê Mûtlû Aslan, banga “Em li cem pêkhateyên Zanîngeha Bogazîçiyê ne, em bi hev re bihêz in” kir û ev tişt got: “Em li cem xwendekar û endamên hîndekariyê yên Zanîngeha Bogazîçiyê ne ku xwedî li kevneşopiya demokratîk a zanîngehê derdikevin û ji bo bandora desthilatê li ser akademiyê çênebe têdikoşin.”