Li Edeneyê 2 ciwan hatin berdan 2021-01-07 14:25:09   EDENE - Danişîna ewil a doza endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê jî di nav de 2 jê girtî 7 kesan hat dîtin û 2 ciwan hatin berdan.   Danişîna ewil a doza endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê jî, di nav de 2 jê girtî 7 kesan, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. Hasan Arslan û Îbrahîm Onen ên girtî û Ferhat Kalkan, Ferhat Sezgîn, Mûhammed Seyît Bariş, Gaffar Meşe û Serdal Arslan ên ne girtî, bi ideaya “endamtiya rêxistinê” , “teşwîqkirina bi xesardayîna şewata mal” û “zirardayîna mal” tên darizandin.   Di danişînê de Sezgîn, Meşe, Serdal Arslan û parêzerên wan amade bûn. Hasan Arslan û Onen jî, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi xwendina kurteya îdeanmeyê berdewam kir. Ciwanên ku parastinên xwe kirin, îdeayên derbarê xwe de qebûl nekirin, berdan û beraeta xwe xwestin.   Dozger xwest ku ciwan girtî bên darizandin. Şandeya dadgehê biryara berdana Arslan û Oner û rakirina cezayê "hepsa malê" ya ciwanan da. Şandeye, dûre danişîn taloqî 18’ê Adarê kir.