Boriya avê ya MARSÛ’yê teqiya û esnafan perîşan kir 2021-01-07 15:12:40   MÊRDÎN – Li Qoserê boriyta şebekeya avê teqiya û kargeh di nava av û heriyê de man. Esnafan diyar kir ku ew mexdûr bûne û rayedar xemsar nêzî xwesteka wan a çareserkirinê dibin.   Li devera Uçyolê ya girêdayî taxa Cumhuriyetê ya navçeya Qosera Mêrdînê boriyên şebekeya avê teqiyan. Di encama teqîna boriyan de kargehên esnafan di nava av û heriyê de man û kelûpelên esnafan zirar dîtin. Esnafan diyar kir ku di nava salekê de ev bû sê car boriyên avê diteqin û zirarê dide wan. Esnafan bertek nîşanî xemsariya rayedarên şaredariyê ango Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÛ) dan û her sê caran jî tîmên tamîrê çûne boriyan pîne kirine û vegeriyane.   ‘XEMSAR NÊZ DIBIN’   Ji esnafan Hamît Ozdemîr ji ber teqîna boriyan kargeha wî zirarek mezin dîtiye û ev bû sê car mexdûr dibin. Ozdemîr anî ziman ku ew dixwazin boriyên avê ji bin kargehên wan bên derxistin û her çiqas ew ji bo çareseriya vê meseleyê serî li MARSÛ’yê didin jî lê daxwaza wan bêbersiv dimîne û rayedar xemsar nêzî wan dibin.   Ozdemîr diyar kir ku ev teqîn dibe sedema zirara wan madî û manevî û qet nebe bila rayedar biçin ka li halê wan binêrin di çi halî de ne.   ‘MÎNA BOMBEYÊ DITEQE’   Ji esnafan Alî Akcan jî anî ziman ku ji sê mehan carek borî diteqe û boriyên avê di bin kargehên wan de mîna dînamîtan disekinin û dema diteqin wek bombeye diteqe. Akcan got kengê borî diteqin zirarê dide kargehên wan û her çiqas ew serî li rayedaran didin jî tu tişek ji bo wan nayê kirin û xemsar nêzî wan dibin.   Ferhat Akay ê esnafiyê dike jî rêveberiya qeyûm rexne kir û anî ziman ku qeyûm li şûna pesnê “Kolana bi xalî” bide bila çare ji gazinên esnafan re bibîne.