Birîna Ceyranê ya VEDAŞ’ê jina 72 salî bê oksijen hişt 2021-01-07 15:34:07   WAN - Ji ber birîna ceyranê ya VEDAŞ’ê li Taxa Yalim Erezê ya navçeya Rêya Armûşê, cîhazê oksîjênê ku Reyhan Dûman a 72 salî li ser piya dihêle naxebite.   Komên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Gola Wanê (VEDAŞ), niştecihên li taxa Yalim Erezê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku li dijî derxistina seetan a ser dîrekan derketin, bê ceyran hişt. Niştecihên ku 48 saetin bê ceyranin bi bertek in. Birînên ceyranê herî zedê bandor li ser nexweşên li taxê dike. Yek ji van nexweşan jî Reyhan Dûman (72) a 4 sal in nexweş e û bi cihaza oksîjênê li ser piyan dimîne ye.   CIHAZÊ OKSÎJÊNÊ NAXEBITE   Hevjînê Dûman Huseyîn Dûman, diyar kir ku hevjîna wî bifelc e, nexweşiya parkînsonê pê re heye û wiha got: “Destên hevjîna min diricifin. Ji ber ku ceyran nîne hevjîna min di vî halî de ye. Nikare bêhnê bistîne. Heke hevjîna min ji ber birîna jiyana xwe ji dest bide wê berpirsyarê vê rewşê kî be? Ez ji rayedarên VEDAŞ’ê yên ceyran birîne gilîdar im. Fatoreyên aboneyên ku seetên wan derxistine ser dîrekan zêde kirine."   ‘XWENDEKAR NIKARIN DERSAN BIKIN’   Yek ji şêniyên taxê Şevîn Şavûr jî tiştên ku bi serê wan de hatine wiha vegot: “Xwendekar nikarin dersên xwe bikin. Em di tariyê de dimînin. Di vê sarmayê de ma mirov bê ceyran dikare bijî? Em dixwazin ceyranê bidin taxê û seetên me derxin ser dîrekan.”