Bertekên li dijî ‘rektorê qeyûm' nasekinin 2021-01-07 16:57:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên ku li dijî tayînkirina rektorê qeyûmê Zanîngeha Bogazîçiyê bertek nîşandan, diyar kirin ku li dijî rektorê tayînkirî, daxwaza xwe ya zanîngeha demokratîk bilind dikin.   Xwendekarên ku li dijî tayînkirina rektorê qeyûmê Zanîngeha Bogazîçiyê bertek nîşandan, li gelek bajaran çalakî li dar xistin.   DERSIM   Rêxistinên Ciwanan ên Zanîngeha Mûnzûrê ya Dersimê, ji bo piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya şermezarkirina Melîh Bûlûyê AKP’î ya weke rektor, li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xistin. Ciwanan pankarta “Em zanîngehên xwe teslîmî rektorên qeyûm nakin” vekirin. Li ser navê ciwanan Yûsûf Akin axivî û diyar kir ku polîsên bi ava şid, fîşekên plastîk û gaza îsotê êrîşî xwendekaran kirin roja din çûn ser malên xwendekaran de girtin. Akin, da zanîn ku medyaya nêzîkî AKP’ê bi parvekirina wêne û dîmenên xwendekaran ên medya civakî ew kirin hedef.   ‘REKTORÊ QEYÛM WÊ BIÇE’   Akin, destnîşan kir ku wê bêdeng nemînin, pêşeroja xwe ji qeyûmên paşverû re nehêlin û wiha axivî: “Melîh Bûlû bi xwedî derketina kelemçekirina deriyê zanîngehê xwe eşkerekir ku kî ye. Hevalên me wê azad bibin û wê rektorên qeyûm ji zanîngehan biçin.”   EDENE   Tayînkirina rektorê qeyûmê Zanîngeha Bogazîçiyê li Qada Ciwanan a Edeneyê jî, hat şermezarkirin. Xwendekarên Zanîngeha Çûkûrovayê û xwendekarên Zaningeha Bogazîçiyê yên ku li Edeneyê dimînin diyar kirin ku wê rektorê qeyûm qebûl nekin. Xwendekaran bertek nîşanî polîsên ku bi hejmareke zêde kombûn dan. Li ser navê xwendekaran Bariş Gulmuş axivî. Gulmuş, diyar kir ku daxwazên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê daxwazên wan e û wiha got: “Divê rektor bi vîna xwendekar, akademîsyen û kedkaran a hevpar werin hilbijartin. Em rektorên qeyûm naxwazin, zanîngehên xweser, zanîst û demokratîk dixwazin.” Di dema daxuyaniyê de, hat dîtin ku kesekê êrîşî xwendekaran kir û heqaret li wan kir. Polîsan pişt re ew kes ji qadê dûr xistin.   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Ne tayînkirin, zanîngehên demokratîk" û “Zanîngeh ên me ne, dê bi me re azad bin” bi dawî bû.   HATAY   Xwendekarên Zanîngeha Mûstafa Kemal a Hatayê jî, bi daxuyaniya li Koprubaşiyê, tayînkirina rektorê qeyûm şermezar kirin. Li ser navê xwendekaran Fatma Ardal axivî û diyar kir ku Bûlû weke qeyûm qebûl nakin. Ardal, destnîşan kir ku bi xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê re wê di nava piştevaniyê de bin û wiha got: “Em hemû hevalên xwe yên zanîngehê vedixwînin ku vê piştevaniyê mezin bikin û bibin perçeyekî vê piştevaniyê. Em careke din dibêjin ku em li rex hevalên xwe yên Zanîngeha Bogazîçiyê ne. Daxwazên wan daxwazên me ne.”