ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-08 09:00:47 * Heqê parêzertiyê yê polîs Yakûp Ş. ê ku Kemal Kûrkût kuştibû dê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve were razandin.  * Jinan bertek nîşanî qanûna qeyûm tayînkirina rêxistinên civaka sîvîl dan û gotin: “Di pêvajoya OHAL’ê de gelek kes ji kar hatin avêtin, sazî û dezgeh hatin girtin û niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên civaka sivîl bikin.”   * Baroya Wanê li dijî qedexeya çalakî û şahiyên li bajêr ku hezar û 509 roj in didome cara 14’emîn serlêdan kir. Dadgeha Îdareya Wanê vê serlêdanê jî red kir. Baroyê li ser vê redkirinê carek din serî li Dadgeha Îstînafê da.    * Qada hêşîn Dehlên Valîdebagê, 21 sal in li hemberî xetereya avakirina avahiyan têdikoşe. Endamên Parastina Valîdebagê, destnîşan kirin ku divê ev der wekî qada hêşîn bê parastin.    * DMME'yê di biryara xwe ya derbarê Demîrtaş de diyar kiribû ku KCD ne saziyeke dijqanûnî ye. Cemîle Tûrhalli Balsak, parêzerê Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê, destnîşan kir ku ev tespîta DMME'yê emsal e û dê di vê dozê de jî biryara binpêkirinê bê dayîn.    * Xwediyên kafeyan ku ji ber şewba Covîd-19'ê tenê destûra wan a serwîsa pakêtan heye, diyar kirin ku hikûmetê alîkariya wan nekiriye û got: "Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?"    * Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, bal kişandin ser qanûna ku dê bihêle qeyûma tayinî komele û weqfan bê kirin û destnîşan kirin ku dêv bi vê yekê re maf û daxwazên demokratîk ji holê bên rakirin.    * Wezareta Tenduristiyê, ji bo Doç. Dr. Mûstafa Ûlaşli yê bi KHK'ê hatibû îxrackirin diyar kir ku vegera wî ya ser kar "i gor mewzûatê" ye. Ûlaşli, yek ji wan bijîşkan e ku şewba Covîd-19'ê "baş nas dike."    * Mamosteyên teqawît ên meaşê wan ji sedî 8,6 zem bû, bal kişandin ser qeyrana aborî û diyar kirin ku di salekê de zexîre ji sedî 50 zem bû. Ji mamosteyê teqawît Îsmet Yalçinkaya, diyar kir ku zexîreyê ku sala par 50 dida îsal 100 tl dide û daneyên TUÎK'ê ne rast in.    * Sekretera Giştî ya demborî ya Komeleya Piştevanî û Şêwiriyê ya Jinan a Muglayê Leyla Kalin, diyar kir ku ger li ser vê erdnîgariyê qirkirina zeyendekê hebe, aştî tuneye û ji bo bi dawî kirina vê pirsgirêkê banga piştevaniyê kir.    * 118'emîn danişîna doza  Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê têkildarî geşedanên hefteyî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Platfroma Zimanê Kurdî (PZK), dê têkildarî dersên hilbijartî li Cemîyeta Rojnamegerên Başur û Rojhilat a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)    * Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, bi boneya tayînkirina rektorê qeyûm Melih Bulu ya Rektoriyê şermezar bikin dê dest bi çalakiya nobetê bikin. (11.00- 16.00)   * Rojnameger, malbat û hevalên Rojnameger Metin Goktepe yê 25 sal berê hat kuştin dê li Goristana Esenler Kemerê wî bibîr bînin. (11.00)   * Nûner û rêveberên Sendîkaya BTS'ê tê têkildarî sirgûnan li Amed û Edeneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê dê bi tevlêbûna Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydeniz, bi şîara "Niha dema Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê ye" li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê li avahiya xwe têkildarî tecrîdê panelekê li dar bixe. (13.00)    * Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê bi boneya tayînkirina qeyûm a Rektoriya  Zanîngeha Bogazîçî şermezar bikin, dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Xwendekarên Zanîngehê bi boneya tayînkirina qeyûm a  Rektoriya Bogaziçî şermezar bikin dê li Parka Guvenê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)