Serlêdana qedexeya li Wanê cara 14’emîn hat redkirin 2021-01-08 09:08:50 WAN - Baroya Wanê li dijî qedexeya çalakî û şahiyên li bajêr ku hezar û 509 roj in didome cara 14’emîn serlêdan kir. Dadgeha Îdareya Wanê vê serlêdanê jî red kir. Baroyê li ser vê redkirinê carek din serî li Dadgeha Îstînafê da.  Walîtiya Wanê bi hêceta Rewşa Awarte (OHAL) a ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hat ragihandin, ji 21’ê mijdara 2016’an ve tevahiya çalakî û şahiyên li bajêr qedexe dike. Hezar û 509 roj di ser vê sepana qedexeyê re darbs bûn. Ev qedexe carna ji 15 rojan carek carna jî ji mehê carek tê ragihandin. Walîtî bi hêceta “ewlehiyê” û “şewba vîrûsa koronayê” çalkî û şahiyan qedexe dike.    SERLÊDANA 14’EMÎN JÎ HAT REDKIRIN    Tevahiya daxuyanî, çalakî û şahiyên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl yên muxalîf bi van hêcetan tên astengkirin. Li dijî biryara qedexeyê serlêdanên heta îro hatine kirin, hemû hatine redkirin. Baroya Wanê heta niha ji bo betalkirina biryara qedexeyê 14 caran serî li Dadgeha Îdareya Wanê da. Her 14 serlêdanên Baroyê jî hatin redkirin. Her car jî bi heman hêcetan serlêdan hatin redkirin. Balkêş e ku piştî serlêdanan parastinên ji aliyê Walîtiyê ve pêşkêşî dadgehê jî tên kirin heman gotin têde cih digire.    HÊCET PROTESTOKIRINA QEYÛM HAT NÎŞANDAN    Walîtiyê di nivîsa herî dawî ya ji bo serlêdanê ku şand Dadgeha Îdareyê ya 4’emîn a Wanê de hêceta protestokirina qeyûm nîşan da. Dadgehê piştî parastina Walîtiyê serlêdana 14’emîn jî ya Baroyê red kir.    BAROYÊ SERÎ LI ÎSTÎNAFÊ DA    Li ser vê biryara redkirina Dadgeha Îdareya Wanê, Baroyê serî li Dadgeha Îdareya Herêma Erziromê ango Dadgeha Îstînafê ya Erziromê da. Baroyê ji Dadgeha Îstînafê xwest ku biryara qedexekirina çalakî û şahiyên li Wanê were bidawîkirin. Baroyê ji Dadgeha Îstînafê xwest biryarê xera bike û dosyeyê bişîne dadgeha herêmî.    MA / Mujdat Can