‘DMME, dê di doza Guven de jî biryara binpêkirinê bide' 2021-01-08 09:10:13 AMED - DMME'yê di biryara xwe ya derbarê Demîrtaş de diyar kiribû ku KCD ne saziyeke dijqanûnî ye. Cemîle Tûrhalli Balsak, parêzerê Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê, destnîşan kir ku ev tespîta DMME'yê emsal e û dê di vê dozê de jî biryara binpêkirinê bê dayîn.  Cemîle Tûrhalli  Balsak, parêzera Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê, 22 sal û 3 meh cezayê ku li Guvenê hatibû birîn nirxand. Balsak, anî ziman ku ji ber ku Guvenê hevseroka KCD'ê bûye ceza lê hatiye birîn û dadgehê jî li gor vê biryar daye. Balsak, bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a ji bo Demîrtaş ku di vê biryara xwe de diyar kiribû, xebatên KCD'ê ji bo endamtiya rêxistinê ne delîl in. Balsak, destnîşan kir ku ev biryar, di warê seyra doza Guvenê de girîng e.    ‘BIRYAREKE EMSAL E'    Balsak, bibîr xist ku ji ber xebatên KCD'ê hevserokên berê Selma Iramk û Aysel Tûglûk ceza xwarine û di vê çarçoveyê de tê xwestin ku ceza li Sebahat Tûncelê jî bê birîn. Balsak, destnîşan kir ku di vî warî de biryara Daîreya Mezin a DMME'yê biryareke emsal e û got: "Çendî ku hikûmetê bi israr gotibe KCD saziyeke dijqanûnî ye jî, lê belê Daîreya Mezin qaneh nebûye. Hikûmetê derbarê vê yekê de delîl nedane ber Daîreya Mezin. Daîreya Mezin dibêje: KCD, rêxistineke qanûnî ye, mafên xwe di çarçoveya azadiya rêxistinbûyînê de bi kar aniye. Dibêje, KCD azadiya rêxistinbûyînê ya di xala 11'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de bi kar aniye. Ev tespît ji bo me jî girîng e. Ji lewra heger sibê dusibe doza Leyla Guvenê jî biçe ber DMME'yê, dozeke emsal heye. Biryara Daîreya Mezin e. Yanî wê di vê dozê de jî biryara binpêkirinê bide. Dê biryareke bereksê vê nede. Ev biryara delîla hemû darizandinên derbarê KCK'ê de nîşan dide ku darizandinên hatine kirin bê delîl, bêbinî û kêfî ne."    ‘DÊ DEWAMA WÊ BÊ'    Balsak, anî ziman ku biryara Daîreya Mezin a DMME'yê bi awayekî giştî serketina tevgera siyasî ya kurd e û got: "Li qada navdewletî belgeyeke hiqûqî ye. Ev belge nîşan dide ku bê tevgera siyasî ya kurd temsîliyeteke çawa ye û li ser kîjan asasên rewa tê kirin. Lewma serketineke têkoşîna tevgera neteweyî ya kurd e, serketina muxalefeta kurd e. Dibe ku niha pirsgirêka kurd wekî pirsgirêkeke hiqûqa navxweyî û pirsgirêkeke Tirkiyeyê bixuyê. Lê ev belgeya hiqûqî, li qada navdewletî hebûna kurdan, statuya wan jî xuyangtir kir. Yanî êdî bûye pirsgirêkek cîhanê. Divê bi vî awayî jî bê pênasekirin. Helbet biryara ku niha hatiye dayîn, biryareke emsal e. Wê berdewamiya vê bê. Lê heger Tirkiye gavekê navêje, em li bendê ne derbarê Selma Irmak, Îdrîs Balûken û siyasetmedarên din de jî biryarên bi vî rengî bên dayîn."    MA / Mehmet Şah Orûç