Ji ber zarokên wê zextan li Dayika Aştiyê dikin 2021-01-08 10:06:42 RIHA – Dayika Aştiyê Hadlê Ogûr û malbata xwe bi hêceta zarokên xwe yên jiyana xwe ji dest dane û agahî ji wan nagirin bi zextên polîsan re rûbirû dimînin.    Dayika Aştiyê Hadlê Ogûr û malbata xwe yên li navçeya Halîliye ya Rihayê dimînin, bi boneya keça wê Hîlal Ogûr di 27’ê mijdara 2010’an de di nava PKK’ê de jiyana xwe ji dest da, keça wê din Sumeyye Ogûr ji sala 2011’an ve winda ye û lawê wê Îbrahîm Ogûr ji nişke ve winda bû, bi zextên polîsan re rûbirû dimînin. Polîs û leşker tim bi ser mala Hadlê Ogûr de digirin û zextan li ser wan dikin. Di demek nêzîk de ji Şaxa TEM’ê ya Rihayê bang li hevjînê Hadlê Ogûr kirin û xwestin biçe îfade bide. Hadlê Ogûr diyar kir ku polîsan sê caran bi ser mala keça wê ya li Hatayê zewicandî ye de jî girtine û her tim li zarokên wê dipirsin.   Hadlê Ogûr anî ziman ku polîs tim wan aciz dikin û got: “Bi salane ez agahî ji zarokên xwe nagirim. Êdî bes e bila me aciz nekin.”    NIZANIN LI ÇI DIPIRSIN JΠ   Ogûr anî ziman ku di sala 2020’an de polîsan sê caran bi ser mala wê de girtiye û di her serdegirtinê de tên binçavkirin û wiha got: “Vê carê polîsan dîsa li me pirsî, ez li gel parêzerê xwe çûm Şaxa TEM’ê ya Rihayê. 4 saetan li wir min sekinandin. Min got hûn çima li min dipirsin, gotin ‘em nizanin.’ Paşê ji min re gotin ‘temam tiştek nîne, dikarî biçî.’ Hemin tiştek nîne çima hûn me aciz dikin. Bi heman awayî bang li hevjînê min jî kirin û ew çû Miduriyeta Polîsan. Ji hevjînê min pirsên ‘Zarokên te çawa çûne? Kî wna şand? We taziyeyê çawa kir?’ jê pirsîne. Di şîna keça min de polîsan bi ser me de girt û min û beşdarên şînê binçav kirin. Doza wê çaxê hêj didome.”    ZAROKAN JÎ ACIZ DIKIN    Ogûr destnîşan kir ku polîs sê caran li lawê wê jî geriyane û got: “Ji kurê min jî xwişk û birayê wî pirsîne. Carek jî esker geriyan. Ji kurê min pirsên ‘Bira û xwişkên te li ku ne? Çi dikin?’ jê kirine. Lawê min jî gotiye ku haya wî ji wan nîne. Ji lawê min xwestine ku heke agahî ji wan bigire haya wan pê bixe. Herî dawî polîs li Hatayê çûne mala keça min û pirsa bira û xwişkên wê kirine. Bi vî awayî bi ser me de digirin û zextên derûnî li me dikin û me aciz dikin.”     ‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’    Ogûr anî ziman ku ew ê li dijî van zextan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bide û piştevaniya hiqûqî ji wan bixwaze û got: “Êdî bes e. Tu heqek wan nîne me aciz bikin. Ez ê serî li riyên hiqûqî bidim. Ji me re dibêjin ji van deran bar bikin û biçin. Lê ev der welatê me ye û em ê ji axa xwe neçin. Êdî bes e em aştiyê dixwazin.”