YSK’ê wî ji peywîr girt, Wezaretê wî kir şêwirmend 2021-01-08 11:09:27   RIHA - Şaredarê berê yê navçeya Serêkaniyê yê AKP’î Abdullah Aksak ku YSK’ê ji ber cezayê wî yê girtîgehê hebû ji peywîrê girtibû, kirin Şêwirmendê Çapemeniyê yê Wezareta Turîzm û Çandê.   Şaredarê berê yê Navçeya Serêkaniyê yê AKP’î Abdullah Aksak kirin Şêwirmendê Çapemeniyê yê Wezareta Turîzm û Çandê. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK), Aksak, di 12’ê kanûna 2019’an de ji ber cezayê wî yê girtîgehê hebû ji peywîrê girtibû.   Piştî ku YSK’ê Aksak ji peywîrê girt, Meclîsa Şaredariya Serêkaniyê, endamê Meclîsa Şaredariyê yê AKP’î Feyyaz Soylû bijartibû. Tê payîn ku wê Aksak di rojên pêş de dest bi peywîra xwe ya nû bike.