Di îdianameya Kobanê de beyanên îtîrfakaran bi nakokî ne 2021-01-08 12:33:59 ENQERE – Di îdianameya “Kobanê” de îfadeyên şahidan bi nakokî ne. Samî Baran ê şahidiyê kiriye îdia dike ku Emîne Ayna û Gultan Kişanak di sala 2009’an de bûne endamên KJA’yê. Lê belê KJA di sala 2015’an de hatibû avakirin.    Îdianameya “Kobanê” ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin û ji 3 hezar û 530 rûpel pêk tê. Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê îdianameyê qebûl kir. 108 siyasetmedar di îdianemyê de cih digirin û ji sûcên “Xerakirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welat” û 37 car “kuştina kes” tên tewanbarkirin û bi sedan sal ceza ji bo siyasetmedaran tê xwestin.   Ya balkêş jî ew e ku di îdinameyê de beyanên şahidan ên bi nakokî cih digirin.   Beyanên 7 jê navê wan eşkere û 2 jê navê wan veşartî di îdianemyê de cih digirin. Di îdianameyê de 5 rûpel nirxandin ji Kerem Gokalp ê eşkere şahidiyê kiriye hatiye veqetandin. Îfadeyên li ser siyasetmedaran hatine dayîn de hemû dişibin hev. Şahidê nepen Ûlaş jî derbarê siyasetmedar Ayhan Bîlgen, Ayla Akat Ata, Demîr Çelîk, Aysel Tûglûk, Gultan Kişanak, Bîrcan Yorulmaz, Pervîn Odûncû, Kamûran Yuksek, Zeynep Karaman, Mesût Bagcik, Ayşe Yagci, Meryem Adibellî, Nezîr Çakan û gelek kesan de heman îdiayan avêtiye ser wan.    ÎFADEYÊN ÎTÎRAFKARAN BI NAKOKÎ NE    ÛLAŞ ê îtîrafkar derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk de axivî ye û îdia kiriye ku Demîr Çelîk “li ser navê rêxistinê li avahiya DTP, BDP û HDP’ê ya Amedê perwerdehiyên îdeolojîk daye.” Samî Baran ê şahidiya vekirî dike jî îdia kiriye ku Demîr Çelîk “li ser navê rêxistinê di rêveberiyên xwecihî de tevahiya jiyana xwe diyarî xebatên rêxistinê kiriye.”    KJA 6 SAL ŞÛN VE HATIYE AVAKIRIN LÊ DI 2009’AN DE WÊ KIR ENDAM    Samî Baran li ser Emîne Ayna jî îfade daye û îdia kiriye ku Ayna di sala 2009’an de bûye endama Kongreya Jinên Azad (KJA) ya ku di sala 2015’an de hatibû avakirin û Ayna kiriye endama rêxistinê. Ji şahidan Neşe Boran Aslankiliç jî derbarê Ayna de axivî ye û îdia dike ku Ayna dema Hevseroka BDP’ê bûye li ser navê “rêxistinê civînan li dar xistiye” lê ji ber wan tevlî civînan nekirine ew ji naveroka civînan ne haydar e.    ÎDIAYÊN DERBARÊ KIŞANAK DE    Samî Baran ê îtîrafkar jî li ser Gultan Kişanak axivî ye û îdia kiriye ku Kişanak a Hevserokatiya BDP’ê dikir kiriye endama KJA’yê, lê di vir de jî ketiye nava nakokiyan û lê hay jê nebûye ku KJA di sala 2015’an de hatiye avakirin. Baran ê îtîrfakar îdia dike ku Kişanak “li ser navê rêxistinê wek kadro xebat birêve biriye.”    ÛLAŞ ê îtîrafkarê nav veşartî jî îdia dike ku Kişanak li ser daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirine namzeya Hevşaredariya Amedê û têbiniyên hevdîtinên li Girava Îmraliyê bi bîr dixe.    KOPÎ BIKE-BIZELIQÎNE    Îfadeyên ÛLAŞ ê îtîrafkar û Muhammed Zengîn ê îtîrafkar ku li ser Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Kamûran Yuksek dane jî wek hev in. Ev jî balê dide ser xwe.    ÛLAŞ di îfadeyên xwe de îdia dike ku “Kamûran Yuksek kadroyê rêxistinê ye û piştî ew ji doza KCK’ê tahliye bûye çûye Qendîlê û beşdarî Konferansa Zîndanê bûye.”    Muhammed Zengîn ê îtîrafkar jî heman beyanên ULAŞ ê îtîrafkar bi bîr dixe ku “Kamûran Yuksek kadroyê rêxistinê ye û beşdarî wê konferansê bûye.”    HEMAN ÎTÎRAF    Samî Baran ê îtîrafkar derbarê Meryem Adibellî ya girtî de jî îdia dike ku ew tim çûye HDP’ê û hatiye û di sala 2011’an de jî bûye endama KJA’yê.    RETWEETÊ WEK DELÎL NÎŞAN DANE    Di îdianameyê de li gel daxuyaniyên siyasetmedaran, pirtûk û dîmen û wêne yên di telefonên wan de hatine desteserkirin jî sûc hatine hesabandin. Endamê RTÛK’ê yê HDP’ê Alî Urkut ê niha girtî ne di 1’ê mijdara 2014’an de twîta Navenda Giştî ya HDP’ê ya derbarê Kobanê de ku retweet kiriye jî kirine sûc.    REXNEYÊN LI HDP’Ê GIRTINE JÎ KIRINE SÛC    Di îdianameyê de peyama Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin ku derbarê greva birçîbûnê Leyla Guven de belav kiriye, kovarên Jîneolojiyê û twîtên wî yên rexne li HDP’ê digire jî cih digirin.    KILÎDDANKÊ JÎ SÛC HESIBANDIN E    Pirtûkên Bejan Matûr, Hasan Cemal û KCD’ê yên li mala parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata hatine desteserkirin jî di îdianameyê de cih digirin û her wiha kilîddanka ji moriyên kesk, sor û zer bi nivîsa “Leyla” li ser jî kirine sûc.    Parvekirinên medya civakî yên Endama MYK’a HDP’ê ya berê Gulfer Akkaya wek sûc hatine hesibandin.    PARVEKRINA NÛÇEYA WÊ KRINE SÛC    Parvekirinên medya civakî yên Parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak jî sûc hatine hesibandin. Nûçeyek Irmak di Rojnameya Şûjinê de hatiye weşandin û vê nûçeyê retweet kiriye, vê yekê jî kirine sûc.    Parvekirinên medya civakî yên Cîgira Hevserokên Giştî ya berê Yurdusev Ozsokmenler jî bûne mijara sûc.    WÊNEYÊN NEWROZÊ KRINE SÛC    Rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin û wêneyên Newrozê yên Parlamenterê HDP’ê yê berê Îbrahîm Bînîcî yên di serdegirtina malê de hatine desteserkirin jî wek delîl kirine dosyeyê û dozger îdia dike ku Bînîcî daxuyaniyên PKK’ê yên derbarê Newrozê de ku daye esas girtiye.    MA / Bêrîvan Altan