Greva birçîbunê ya li Yunanîstanê di rojan 5’emîn de didome 2021-01-08 12:47:59   ENQERE- Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca dawîkirina tecrida li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Qampa Lavrîo ya Yunanîstanê hat destpêkirin di roja 5’emîn de didome.     Welatiyên li Qampa Lavrîo ya Yûnanîstanê dimînin, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgirî dayîna girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê, dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya welatiyan di roja 5'emîn de dewam dike.   Welatiyên bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurd a Avrupayê û Navenda Çanda Kurdîstanê ketine greva birçîbûnê daxuyaniyek nivîskî weşandin.   Di daxuyaniyê, hat diyar kirin ku nêrînê dewleta Tirk a li ser pirsgirêka Kurd qet neguheriye û wiha hat gotin: “Ji her hêlî ve, êrîşî destkeftîyên Kurdan dike. Li Bakur, Başur û Rojava, roj namîne ku bi destê dewletê komkujiyek na qewime. Dewleta Tirk, bi komkujî, qetliam, girtin û tecrîta li girtiyên zindanan dixwaze desthilatdarî û metingerîya xwe li Kurdistanê nû û rewa bike. Ev politimkayên qirêj û komkujiya herî mezin, ev 21 salin li İmraliyê bi navê tecrît û îzolasyonê li ser birêz Abdullah Ocalan dimeşîne.”   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tecrîd di zagonên navnetewîde sûcek li dijî mirovahiyê ye. Şoreşgerin ku di girtîgehên Tirkiyê de ne, ev 43 roj in bi sedema şikînandina tecrîda li Îmraliyê û bi tevahî erîş û binpêkirina mafên mirovan a zindanan ku ji raya giştîra diyar û şermezar bikin ketine greva bêdem û dorveger. Ji bo ku em bibin dengê wan em jî ev 5 rojin di grevê de ne.”   BANGAWAZÎ   Çalakvanên greva birçîbunê yên li Qampa Lavrîo ev bangawazî kirin: “Gelê kurd bi tekoşîn û bedelên herî mezin û qedirbuha vejîna xwe temamkiriyê. Kurd li çarperçeyên Kurdistanê ber bi asoyên azadiyê ve di meşin. Hetanî serokê xwe azad neke wê ev berxwedan û tekoşîna gelên kurd ber dewam bike. Greva birçîbûyênê ya zîndanan hîna  neketîye pêvajoyek xeternak û tabut ji girtîgehan dernekevin, bi lezgînî daxwaz û mafên berxwedêran bila ji aliyê dewleta Tirk ve bên qebûlkirin. Lê di rewşek neyînî de jî berpirsiyarê mirin û bûyerîn ku li zindanan bi qewimin jî, wê dewlata Tirk be.”