Polîsan park dorpêç kir: Girse ji bo yekîtiyê bi israr e 2021-01-08 13:05:21 WAN - Beriya ku Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê, bi tevlêbûna Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydeniz, li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyê bidin, polîsan park dorpêç kir û destûr naden welatî biçin parkê. Girseya li dervê parkê sekinîye jî ji bo daxuyaniyê bi israr e. Rageşî didome.   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê, bi tevlêbûna Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydeniz, bi şîara "Niha dema Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê ye" xwest li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Beriya girseya DBP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, polîsan pars dorpêç kir û destûr nadin girse derbasî parkê bibe. Girseya ku hevserokên KCD, DBP û gelek parlamenterên HDP'ê di navde ne ji bo daxuyaniyê bidin parkê bûn. Lê polîsên bi maşîneyên zirxî park dorpâç kirine, ketin û derketina parkê girtine û destûr nadin welatî derbasî parkê bibin. Welatiyên nikarin derbasî parkê bibin, li derve bê navber dirûşmeyên "Zext nikarin me bêzar bikin" û "Bê Serok jiyan nabe" berz dikin. Rageşiya di nava polîsan û girsê de didome.    Li qada ku daxuyanî bê dayîn bê navber helikopter difire.