Dadgehê ji bo kuştina Kemal Kûrkût delîl nedît! 2021-01-08 15:30:33 AMED – Dadgehê li gel Buroya Krîmînalê ya Neteweyî, Laboratuvara Krîmînal a Polîs û qeydên kamerayan jî têkildarî kuştina Kemal Kûrkût delîl nedît.    Hêceta biryara beraetê ya polîs Yakûp Ş. ê ku Kemal Kûrkût ê li Newroza Amedê yua 2017’an kuştibû hat eşkerekirin. Hêceta biryara beraetê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê ve bi piraniya dengan hat dayîn. Dadegera endam Fatma Şeyda Polat Çalik şerhê muxalefetê danî ber biryarê. Di biryara hêcetê de hat îdiakirin ku her delîlên cezakirina kujer nehatine bidestxistin.   Di biryarê de şiklê qewimandina bûyerê hatiye vegotin. Di laşê Kûrkût de lêketin û derketina 3 guleyan hebû. Laboratûvara Krîmînal a Polîsan a Amedê cih dabû tespîta ku yek ji wan guleyan aydî polîs Yakûp Şahîn e û ev guleya wî li destê wî çepê ketiye. Yanî ev gule ji demançeya polîs Yakûp Ş. derketiye. Di biryara dadgeriyê de hat gotin Kûrkût bi guleya polîs Yakûp Ş. nehatiye kuştin û ew bi guleyek din a li qafesa sînga wî çepê ketiye hatiye kuştin. Di biryarê de hat gotin guleyek bi qasî 9 mîlîmetre bûye sedema mirina Kûrkût. Dadgehê li gel raporên Buroya Krîmînalê ya Neteweyî, Laboratuvara Krîmînal a Polîs û qeydên kamerayan jî têkildarî kuştina Kemal Kûrkût delîl nedît û vê biryara beraeta polîs Yakûp Ş. eşkere kir.