Girtiyê nexweş Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest da 2021-01-09 08:14:58 STENBOL - Girtiyê nexweş Hadî Yalçin ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest da.   Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, girtiyê nexweşê pençeşêrê Hadî Yalçin ê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî ku agahî ji malbatê re hat dayîn, malbat ber bi girtîgehê ve bi rê ket.  Yalçin, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" ji 4 salî zêdetirbû girtîbû û ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin. Hat zanîn ku serlêdanên daxwazên berdana Yalçin her tim hatine redkirin.   Hat diyar kirin ku malbata Yalçin wê cenazeyê kurê xwe bibe Şirnexê û li ser bispêre axê.