Rojnamevan bi berxwedanê 10'ê Çileyê pêşwazî dikin 2021-01-09 09:07:09 STENBOL - Rojnamevanan bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin gotin: "Çendî zext û zorî hebin jî, rojnamevan nûçeyan çêdikin."  Li Tirkiyeyê rojnamevan di pêvajoyeke zext, zorî û sansurê de 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin pêşwazî dikin. Li gor Rapora Binpêkirinên Mafan ên Li Hemberî Rojnamevanan a Sala 2020'an a Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), 90 rojnamevan girtî ne, di nav salê de 79 rojnamevan hatine binçavkirin û ji vana 24 jê hatine girtin. Di 239 dosyeyan de jî 593 rojnamevan tên darizandin, li 43 rojnamevanan jî 150 sal û 15 roj cezayê girtîgehê û 56 hezar û 310 TL jî cezayê pereyî hatiye birîn, 19 rojnamevan jî bi êrîşan re rû bi rû mane û li 17 rojnamevanan jî muameleyeke xiran û sîxurtî hatiye ferzkirin. Li gor daneyên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) jî 70 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê girtîne.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemeniyê ya Tirkiyeyê (Basin-Îş) Farûk Eren û Nûçegihana ETHA'yê Îsmînaz Temel, behsa berxwedana li dijî zext û zoriyên li ser çapemeniyê kirin.    KARNEYA ÇAPEMENIYÊ YA TIRKIYEYÊ XIRAB E    Serokê Giştî yê Basin-Îş'ê Farûk Eren, anî ziman ku di 5 salên dawî de bi sedan rojnamevan betal mane û got: "Çend roj berê Olay TV hat girtin û aqûbeta 150 rojnamevanên li wir ne diyar e. Rewşa çapemeniya Tirkiyeyê di raporên saziyên navdewletî de diyar e. Tirkiye, di warê azadiya çapemenî û ramenî de tim di asta herî bin de ye. Tirkiye, di warê rojnamevaniyê de pir xirab e. Çend sedemên vê hene: Zextên îqtidarê. Hema biêje îqtidar derbarê hemû nûçeyên ku li xweşa wê naçin dozê vedike û mixabin di dawiya van lêpirsînan de jî rojnamevan tên girtin."    Eren got: "Li Wanê derbarê nûçeya du gundiyên ji helîkopterê hatibûn avaêtin de 4 hevpîşeyên me hatin girtin. Hîn jî îdianameya wan nehatiye amadekirin. Ne diyar e bê ka ji ber çi tên tawanbarkirin. Biryara veşarî heye, lê belê di dema lêprsîna amadekariyê de bi sûcê 'nûçeyên di aleyha dewletê' de hatin tawanbaririn. Ev feraset, tenê pênaseya rojnamevaniya dewletê ye."    REWŞ PIR XIRAB E    Eren, bilêv kir ku îqtidar ji ber ku naxwaze rastî aşkere bibin hem bi qanûnan hem jî bi zext û zoriyên fizîkî bi ser rojnamevanan de diçe û got: "Li Rewşa Tirkiyeyê di warê rojnamevaniyê de pir xetere ye. Lê belê ligel hemû zext û zoriyan jî, rojnamevan dev ji nûçeyan bernadin û nûçeyan çêdikin."    ÇAPEMENIYA AZAD BI ZEXT Û ZORIYAN RE RÛ BI RÛ YE    Nûçegihana ETHA'yê Îsmînaz Temel ku ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê 2 salan di girtîgehê de mabû, anî ziman ku gava behsa 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin tê kirin, rojnamevanên girtî û rojnamevanên naxebitin tê bîra mirov. Temel, bal kişand ser êrîşên li ser çapemeniya azad û got: "Ji ber ku rojnamevaneke sosyalîst im û ji ber ku di ajanseke li ser vî asasî dixebitim, hedef hatim girtin. Em ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hedef tên girtin. Ji ber rojnamevaneke muxalif im, 2 salan di girtîgehê de mam. Ev pirsgirêka ku em pê re rû bi rû ne, bixwe ye. Em rojnamevanên çapemeniya azad, li qadê bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimî nin. Şopandina nûçeyan tê astengkirin. Ji ber ku zext û zorî li ser tevahiya civakê heye, xwegihandina çavkaniyên nûçeyê jî zehmet bûye. Nahêlin em xwe bigihînin çavkaniyên xwe. Di dema şopandina nûçeyan de em bi tahdeya polîsan re rû bi rû dimînin. Çavkaniyên nûçeyan tên binçavkirin û girtin. Ji ber ku wê nûçeyê çêdikî tu têyî girtin. Eynî wekî rojnamevanên ku ji ber nûçeya helîkopterê hatin girtin. Em rojnamevanên jin bi taciz, tahde û zimanekî zayendîparêz re rû bi rû dimînin."   ROJNAMEVAN DI GIRTÎGEHAN DE JÎ HILDIBERÎNIN    Temel, bal kişand ser rewşa rojnamevanên girtî jî û got: "Rojnamevan li girtîgehan jî hildiberînin. Mesela nûçeyên Nazan û Şehrîbanê pir girîng in."    Temel, bilêv kir ku li dijî zext û zoriya li ber xwe didin û got: "Tu wextî me nehiştiya rastî di tariyê de bimînin. Em kevneşopiya ku me dewr girtiye didomînin. Wê ji niha û pê ve jî wisa be."