Rojnameya Morning Starê girtina Aslan di rûpela xwe ya yekemîn da 2021-01-09 11:00:35 STENBOL - Rojnameya Morning Star a Îngîlîzî, girtina nûçegihanê me Mehmet Aslan di rûpela xwe ya yekemîn de, serwîs kir.    Rojnameya Morning Star a li Îngîltereyê weşanê dike, rewşa nûçegihanê me Mehmet Aslan ê ku di çarçoveya lêpirsîneke derbarê wî hatibû birêvebirin de hat binçavkirin û piştî 4 rojan duh sewqî dadgehê hat kirin û girtin, di rûpela xwe ya yekemîn de serwîs kir. Di nûçeya Morning Star a ku cih da nûçeyên Aslan ên weke sûc hatin dîtin de, ev tişt hatin gotin: “Ajansa Mezopotamya, ji ber nûçegihantiya xwe ya bi eynat û sûcên li dijî gelê kurd ên li welat tên kirin aşkere dike, rastî tacîz û zilama dewleta Tirk tê.”    ‘BÛYERA ŞIBAN Û TÛRGÛT DERXIST HOLÊ’   Rojnameyê di dewama nûçeya xwe de, behsa girtina nûçegihanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên bûyera Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da û Osman Şîban ên di 11’ê Îlona 2020’an de, li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyên eskeran ve hatibûn binçavkirin û piştî îşkenceya li wan hatibû kirin ji helîkoptêrê hatibûn avêtin jî kir û wiha got: “Du nûçegihanên ajansê, ji ber ku binpêkirinên mafên mirovan ên li bajarê Wanê li Kurdan tên kirin, kirin nûçe hatin girtin. Biryardariya wan, bûyera Osman Şiban û Servet Tûrgût ên ji aliyê eskerên Tirk ve ji helîkopterê hatibûn avêtin, derxist holê. “   ‘TIRKIYE GIRTÎGEHA ROJNAMEGERANE’   Di dawiya nûçeyê de wiha hat gotin: “Tirkiye weke girtîgeha rojnamegeran tê pênasekirin. Ji ber ku dewleta Tirk bi israr dibeje xebatkarên medyeyê yên girtî tuneye, pir zore ku mirov xwe bigihîne hejmara rast. Lê rêxistinên kurd diyar dikin ku nezî 200 rojnameger girtîne.”