Hevala Sakîne Cansiz a zîndanê: Sakîne nirxa têkoşîna jinên cîhanê ye 2021-01-09 11:59:12 STENBOL – Mevlûde Acar a ku siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz li zîndanê nas kir diyar kir ku bi jiyan û kesayeta xwe nirx da têkoşîna jinên cîhanê û got: “Ew her tim li benda rojên azad bûn.”   Sê jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyşa Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Di ser qetilkirina her sê jinên kurd re 8 sal derbas bûn, îsal jî wek her sal gelek deverên Kurdistan, Tirkiyê û dinyayê hatin bibîranîn û hat xwestin komkujî were ronîkirin.    Mevlûde Acar a 5 salan li gel Sakîne Cansiz li Zîndana Amedê di heman qawîşê de ma behsa bîranînên xwe û Cansiz kir. Acar bi bîr xist ku ew di hezîrana sala 1984’an de li Sêwazê bêhecet hatiye girtin, ji wir birine Mêrdînê pişt re jî birine Zîndana Amedê.    ‘ŞEV Û ROJ TÊRA QALKIRINA WÊ NAKIN’    Acar destnîşan kir ku qalkirina jiyana Sakîne Cansiz ji bo wê gelek zor e û got: “Ji bo meriv qala wê bike ne pirtûk û ne jî sal têrê dikin. Şev û roj têra qalkirina wê nakin. Tişta ez ê qal bikim tenê parçeyek biçûk wê bimîne. Roja min ji Mêrdînê birin Amedê li cihê bêhnvedanê min Sakîne nas kir. Jinên girtî dihatin min hembêz dikirin. Sakîne li ser terenceyê sekinîbû û li me temaşe dikir. Bala min kişand. Bi rûyê xwe ken û awirên xwe yên germ li me temaşe dikir. Herî dawî ew hat min hembêz kir û bi xêr hatina min kir. Di awirên wê de kûrahî û germahî hebû. Di kêliya ewil de bawerî da min.”    ‘LI PEY LÊGERÎNÊ BÛ’    Acar anî ziman ku Sakîne Cansiz di warê siyasî de pir xwe li pêş xistibû, di mijara jinan de jî xwedî nêrînek berfireh bû û wiha domand: “Tu demê jinan ji hev cuda nedikir. Ew bi reng, xeletî û rastiyên jinan ên xweşik bawer bû. Bi vê sekna xwe jî tesîrek mezin li ser jinan dikir. Ji her kesî bawer dikir û zû biz û baweriyê dida hevalên xwe. Bi sekn û helwesta xwe dikir ku gardiyan jî jê re hurmetê nîşan bidin. Çiqas kêmasiyek hebû hemûyan temam dikir. Her tim di nava lêgerînê de bû. Ji bo bigihîje encamekê her tim serê xwe diêşand û xwe diwestand. Her tiştê ku serê xwe pê re diwestand rast derdiket. Çavdêriyê wê pir baş bûn û jinek pir jîr bû. Bi dahûrandinên xwe ji me re dibû rêber. Zîhna me tevan vedikir.”   ‘ŞANAZIYA WÊ KÊFXWEŞIYÊ DIDA ME’    Acar da zanîn ku ji ber îşkenceya lê hatiye kirin bîranînên xwe û Sakîne Cansiz ji bîra kiriye û got: “Ava germ qet nedidan me. Hevala Sakîne jî jinek pir paqij û dîsîplîn bû. Her roj dixwest serê xwe bişo. Lê mercên wir destûr nedidan. Li qawîşê ocaxek kevn hebû. Min wê tamîr kiribû û avê jê re germ kiribû. Pir kêfa wê hatibû. Kêfxweşiya wê min jî şanaz kiribû. Wek bîranek xweş di bîra min de maye.”    ‘BI RÊKÛPÊK BÛ’    Acar anî ziman ku Sakîne Cansiz di her karê xwe de jinek pir bi rêkûpêk bû û dixwest jin hemû bi rêkûpêk bin û dixwest her dever paqij be û her kes bi dîsîplîn tevbigere.    ‘SEMBOLA SEDSALÊ YE’    Acar diyar kir ku gotin têra pênasekirina jidilbûn û başiya Sakîne Cansiz nakin û ew însanek pir xweşik bû û ew bi serê xwe dinyayek û sedsalek bû. Acar got bi milyonan jin şopdarê rêya wê ne. Acar anî ziman ku Sakîne Cansiz şoreşgerek serdemê bû û nirxên wê afirand her diçe mezin dibe û bi hêzdarî vediguheze nifşen nû.    ‘XEYALA WÊ AZADÎ BÛ’    Acar destnîşan kir ku divê tevahiya jinan Sakîne Cansiz wek parçeyek xwe bibînin û wiha got: “Ez dixwazim jin hemû bibin Sakîne. Bila nifş bi nifş mezin bibin û rojên azad bînin. Sakîne her tim cîhanek azad ji bo her kesî dixwest û xeyala wê azadî bû. Xeyala wê ew bû ku rojek însan stranên azadiyê bêjin. Wê ev ax azad bibe. Roja ku azad bibe jî wê Sakîne şanaz bibe.”    MA / Semra Tûran