Ji bo girtiya nexweş a du car bi koronayê ketiye banga berdanê 2021-01-09 13:11:02   ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî xwest girtiya nexweş Pinar Bîrkoç a du caran bi koronayê ketiye were berdan.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî wek her hefteyê di hefteya 331’emîn de jî çalakî li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Înîsiyatîfê ji ber pandemiyê bi vîdoeyekê çalakî li dar xist û vê hefteyê balê kişand ser rewşa girtiya nexweş Pinar Bîrkoç a li Girtîgeha Duzce ya Tîpa T dimîne. Li ser navê Înîsiyatîfê Serokê Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Enqereyê Fatîn Kanat daxuyanî xwend.    Kanat got girtiya nexweş Bîrkoç bi rêya nameyek nexweşînên xwe ji re ragihandiye û ew dibêje ji 6 mehan carek divê biçe kontrola xwe lê ji ber pandemiyê hatiye taloqkirin. Kanat diyar kir ku Bîrkoç bi nexweşînên giran re rûbirû ye û rewşa wê xeternak e. Kanat anî ziman ku kîtleyek li ser sînga Bîrkoç e û ev yek metirsiya tenduristiya wê zêde dike. Kanat got ew nikarin derbarê pirsgirêkên tenduristiyê ya Bîrkoç de geşedanan bişopînin. Kanat destnîşan kir ku Pinar Bîrkoç li nexweşxaneyê du caran bi vîrûsa koronayê ketiye û ji bo hin bêtir rewşa wê bêtir giran nebe û dikaribe li derve kontrola tenduristiya xwe bike divê demildest were berdan. Kanat her wiha got ew daxwaz dikin pirsgirêkên li tevahiya girtîgehan werin çareserkirin û tevahiya girtiyên nexweş tavilê werin berdan.