DAIŞ'ê 2 baregehên eskerî yên Hemayê bi dest xistin 2021-01-09 14:23:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hemayê, di navbera DAIŞ'iyan û hêzên rejîm Sûriyeyê de şer derket. DAIŞ'ê du baregehên eskerî yên hêzên rejîma Sûriyeyê bi dest xistin.     Li derdora bajarê Hema ya Sûriyeyê, ev du rojin şer di nabera hêzên rejîmê û DAIŞ'iyan derdikeve. DAIŞ'iyan herî dawî erîşî baregehên eskerî yên hêzên rejîmê yên li herêmên Şakozî û Rehcan ên bajêr kirin. DAIŞ'ê piştî êrîşê du baregehên eskerî deste ser kirin. Balafirên şer ên Rûsyayê piştî şer, gundên Rojhilatê Hemayê yên DAIŞ'î lê bi cih bûn bombebaran kirin. Mala Çavdariyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihandin ku di şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ'ê de, 19 eskerên hikumetê û 12 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û bi dehan esker û çete birîndar bûn.