Cenazayê karkerê ku di bin kana komirê de mabû hat dîtin 2021-01-10 08:46:47   ŞIRNEX - Cenazeyê karkerê ku duh li bajaroka Bêspîna girêdayî navçeya Silopiyayê di bin kana komirê de mabû hat dîtin.    Duh di saetên serê sibehê de li bajaroka Bêspînê ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê di kaneke komirê de hezan pêk hatibûn û 2 karker di bin kavilan de mabûn. Karkerê bi navê Ahmet Mete duh hatibû rizgarkirin. Lê piştî lêgerîna bi seatan cenazeyê karkerê bi navê Mehmet Alî Aşkin hat dîtin. Cenazeyê Aşkin ji aliyê komên rizgarkirinê ve ji binê kavilên kaneyê hat derxistin û rakirin morga Nexweşxaneyê Dewletê ya Silopyayê.    Hat ragihandin ku wê cenazeyê Aşkin li gundê Giteyê yê Silopiyayê bê veşartin.