ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-10 09:01:15   * Li hin gundên Silopiya xwendekar ji ber nekişandina şebekeya înternetê nikarin bikevin EBA’yê. Welatiyên gund bertek nîşanî xemsariya rayedaran dan û gotin xelk diçe fezayê lê ew li bendê ne ku şebekeya wan bikişîne.    * Şaredariyê Artûklûyê li kuçeyan kevirên arnavût bicih kiriye û ev dibe sedema ku şêniyên bajêr bi pirsgirêkên binesaziyê re rûbirî bimînin û talûkeyê bi xwe re tîne.    * Endamê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Dogan Erbaş, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, xwedî pozîsyoneke ku derbarê pirsgirêkên rojane yên serdemê de çareyan hildiberîne û got: "Ne başkirina şert û mercên Îmraliyê, divê Îmralî bi temamî bê girtin."    *  Rojnamevanên li qadê bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin de diyar kirin ku zext û zorî çi dibin bila bibin, ew ê her tim heqîqetê binivîsin.    * Nûçegihanê ajansa me Mehmet Aslan ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hatibû girtin. Hevpîşeyên wî nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin: "Divê Mehmet bê berdan, ji şwra karê ku dike rojnamevanî ye û rojnamevanî jî ne sûc e."    * Serokê DESOB'ê Alîcan Ebedînoglû diyar kir ku di sala dawî de li Amedê 835 esnafan derbaeyên xwe danîne û ji ber pandemiyê 35 hezar kes jî betal mane.    * Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, diyar kirin “rektorê qeyûm” Melîh Bûlû qebûl nakin û xwestin ku her piştevaniya wan bike.