Nerazîbûna hevpîşeyên Aslan: Em şahidê rojnamevaniya wî ne 2021-01-10 09:11:01   STENBOL – Nûçegihanê ajansa me Mehmet Aslan ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hatibû girtin. Hevpîşeyên wî nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin: "Divê Mehmet bê berdan, ji şwra karê ku dike rojnamevanî ye û rojnamevanî jî ne sûc e."    Nûçegihanê ajansa me Mehmet Aslan, ji ber kar û barê xwe yê rojnamevaniyê di 8'ê Çileyê de hat girtin. Nerazîbûnên ji bo girtina Aslan didomin. Hevpîşeyên wî destnîşan kirin ku ya hatiye kirin ne hiqûqî, siyasî ye.    OZTAŞ: ROJNAMEVANÊN KURD DI HEDEFÊ DE NE    Nûçegihanê Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş, anî ziman ku dewlet dixwaze çapemeniya kurd bêdeng bike. Oztaş, bilêv kir ku her ku îqtidar bêhêz dibe, serî li dijminatiya bi kurdan dide û got: "AKP, werê difkire ku 'ez çi qas tovên nefretê bireşînim ez ê ew qasî dengan berhev bikim.' Êrîşên li ser çapemeniyê jî perçeyek ji vê ne. Mehmet jî yek ji wan hevalê me ye ku di vê pêvajoyê de hat girtin. Niha ji 80'yî zêdetir hevalên me girtîne. Mehmet jî daxilî nav wan bû. Em ê jî ji bo Mehmet gotina xwe bibêjin û her tim li qadan bin."    Oztaş, destnîşan kir ku girtinên tên kirin ne hiqûqî ne, siyasî ne û got: "Tişta li Mehmet hatiye kirin, li me gişan hatiye kirin. Em ê ji bo Mehmet bitêkoşin. Em ê her tim li kuçeyan bin. Em ê pênûsa wî bigirin û têkoşîna xwe ji cihê mayî bidomînin."    GAYIP: ÊRÎŞEKE TOPYEKÛN    Nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayik ku ji ber nûçeyên xwe nêzî sal û nîvekê girtî ma, destnîşan kir ku girtina Aslan ne hiqûqî, siyasî ye. Gayip, bilêv kir ku îqtidar bi vî awayî dixwaze bibêje ku "Ez çi bixwazim divê hûn wê binivîsin, xêz bikin û nîşan bidin" û got: "Dadgehên ku me didarizînin jî me wekî rojnamevanan qebûl nakin. Bawer nakin ku em vê pîşeyê dikin. Biryarên xwe jî li gor vê didin."    Gayip, destnîşan kir ku êrîşeke topyekûn li ser çapemeniyê heye û got: "Êrîşeke 'Vî tiştî nebînin, ez çi bixwazim wê bikin nûçe' heye."    ‘EM ŞAHIDÊ ROJNAMEVANIYA MEHMET IN'    Gayip, anî ziman ku dînamîkên muxalif ên civakiyî bi êrîşeke topyekûn re rû bi rû ne û rojnamevanên ku van êrîşan bi belge û rast aşkere dikin jî dibin hedef. Gayip got: "Bi vî awayî dixwazin me bitepisînin. Ev jî perçeyek ji vê ye. Em şahidê rojnamevaniya Mehmet in. Mehmet, rojnamevan e."    Gayipê di dawiya axaftina xwe de got: "Divê Mehmet bê berdan, ji lewra rojnamevan e û rojnamevanî jî ne sûc e."    NAZLIER: 25 SAL IN TU TIŞT NEGUHERIYE    Nûçegihana Rojnameya Evrenselê Eylem Nazlierê jî nerazîbûna xwe ya ji bo girtina Aslan anî ziman û got: "Duh, 25'emîn salvegere kuştia nûçegihanê rojanameya me Metîn Goktepe bû. 25 sal şûnde nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Aslan ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hat girtin. 25 sal in tu tişt neguheriye. Zext û zoriyên li ser rojnamevanan didomin. Rêbaz guherîn, lê berpêbûyîn neguherî. Berê dikuştin, niha jî bêyî belge û delîl digirin."    ‘EM Ê HER TIM BINIVÎSIN'    Nazlier, anî ziman ku li ku derê çalakiyeke jinan, çalkiyek karkeran û binpêkirinek mafan hebûna Mehmet li wê derê bû û got: "Em şahidê rojnamevaniya Mehmet in. Demildest divê hevalê me bê berdan. Nikarin bi van girtinan dengê rastiyê bitepisînin. Bedêl çi dibe bila bibe, em ê her tim rastiyê ragihînin gel û binivîsin."   MA / Îdrîs Sayilgan