HDP: Em ê ji bo cezakirina Îşkencekaran têbikoşin 2021-01-10 11:06:17   EQNERE – HDP’ê, diyar kir ku wê ji bo cezakirina îşkencekarên ku di bin çavan de îşkence li xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kirine, têbikoşin.    Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, derbarê îşkenceya ku di bin çavan de li xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin, daxuyaniyeke nivîskî da û bertek nîşanî Îşkenceyê da. Dede, di destpêka daxuyaniya xwe de pêvajoya serdegirtina malên xwendekaran û binçavkirina wan vegot û da zanîn ku bi piştgiriya Serokkomar û Wezîrê Karên Hundir pêkanînên dewleta polis hatine berbelavkirin.    Di berdewama daxuyaniya xwe de Dede, helwesta partiya xwe ya ji bo çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî tayînkirina “rektorê qeyûm” Melîh Bûlû ya Zanîngeha Bôgazîçiyê dubare kir û got ku ew li cem xwendekarên zanîngehê ne.    Dede, di dawiya daxuyaniya xwe de Dede, bi lêv kir ku wê pêvajoya hiqûqî ya xwendekarên ku îşkence li wan hatiye kirin bişopînin û ji bo cezakirina îşkencekaran têbikoşin.