Hevserokên DBP’ê yên Wanê vexwendin îfadeyê 2021-01-10 12:27:53   WAN - Polisan, Hevserokên DBP’ê yên Wan’ê Gulderen Varli û Çetîn Ûyar ku tevlî daxuyaniya yekitiya netewî ya li Wanê hatibû dayîn bûbûn, vexwendin îfadeyê.   Bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlementerên HDP’ê yên heremê û bi hezaran kes di 8’ê çileyê de li Wanê meşeke girseyî hatibû lidarxistin û daxuyaniyek hatibû dayîn. Li gel ku polisan xwestibû meşê asteng bikin jî girse meşiya bû û çalakî li dar xistibû.    Şaxa Ewlehiyê ya Miduriyeta Polîsan a Wanê, îro li Hevserokên DBP’ê yên Wan’ê Gulderen Varli û Çetîn Ûyar geriya û xwest roja duşemê biçin miduriyetê û derbarê daxuyaniya çapemeniyê de îfade bidin.