DFG: Ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser piyan e 2021-01-10 12:57:48   AMED – DFG’ê, bi munasebeta 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dibexebitin bal kişand ser zextên li ser rojnamegeran û ev tişt got: “Bedêla wê çi dibe bila bibe, rojnamegerên ku ji bo ragihandina heqîqetê têdikoşin li ser piyan e.”   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), ji bo 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dibexebitin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi sedan rojnamegeran bi xezeba desthilatê re rû bi rû ne û bi dehan rojnameger jî girtine û wan ji xebata wan kirine.” Di daxuyaniyê de qala girtina rojnamegerê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan jî hat kirin û hat diyarkirin ku Aslan ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatiye girtin û ev tişt hat gotin: “Di rastiyê de diviyabû ku me îro Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz bikira. Lê neçar in ku girtina hevalê xwe şermezar bikin.”   BI DEHAN ROJNAMEGER DI GIRTÎGEHAN DE NE   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de 91 rojnameger girtî ne û wiha hat gotin: “Pêkanînên antî demokratîk ên desthilatê roj bi roj zêde dibin. Ji ber rexnekirina desthilat û dewletê doz li rojnamegeran tên vekirin û girtin. Bi Lîjneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) û Saziya Ragihandinê û Agahiyên Teknolojîk (BTK) xebatên rojnamegeriyê tên astengkirin. Ji bo rojnamegeriyê hewce nake destûr bê girtin. Rojnamegerî bi qertê nasnameyê nayê kirin, tenê qert amûr e. Ev qert xwezî bila zer, sor û şîn be. Azadiya çapemeniyê di bin lingan de ye. Lê çi dibe bila bibe ji bo ragihandina heqîqetê rojnamegerên ku têdikoşin û li dijî neheqiyan radiwestin hene. Ev jî hêviyê mezin dike. Weke komele em jî bang li hemû hempîşeyê xwe dikin ku li dijî astengkirina rojnamegeriyê têbikoşin.”