Bi pankart piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê 2021-01-10 13:29:51   EDENE – Meclisa Ciwanên Yekgirtî ya Edeneyê, bi pankart piştgiriya xwendekarên Zanîgeha Bogazîçiyê ku bertek nîşanî tayînkirina “qeyûmê rektor” didin, kir.    Ji bo xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku li dijî tayînkirina “qeyûmê rektor” Melîh Bûlû yê AKP’î dertên, piştgiriyek jî ji Meclisa Ciwanên Yekgirtî ya Edeneyê hat. Endamên Meclisê, pankartên li ser wan “Ji bo zanîngeha xweser û demokratîk têkoşîn!#Bogazîçî” û “Berxwedana Bogazîçiyê berxwedana me ye” nivîsandîbûn bi pirên li ser kolanên herî bi tevger ên li bajar ve daleqandin.