Li gundê dorpêçkirî serdegirtina malan: 2 kes hatin binçavkirin 2021-01-10 13:44:02 AMED – Li gundê Mişirf ê Licê ku piştî operasyona leşkerî hat dorpêçkirin leşkeran bi ser malan de girt û Azîze Bozkûş û hevjînê wê Mehmet Şah Bozkûş binçav kirin.    Duh li gundên Cinezur, Derxust, Hiseynik û Mişirfê yên navçeya Licê ya Amedê pevçûn derketibû û leşkerek jiyana xwe ji dest dabû û 3 leşker jî birîndar bûbûn. Piştî operasyonê leşkeran dest bi serdegirtina malan kirin û bi maşîneyên zirxî gundê Mişirfê dorpêç kirine. Hat hînbûn ku leşkeran di serdegirtina malan de Azîze Bozkûş û hevjînê wê Mehmet Şah Bozkûş binçav kirine. Lê nayê zanîn ku wan birine kuder.    Li herêmê dorpêç û operasyona bi piştgiriya hewayî didome.