Li Efrîn û Girê Spî 18 kes hatin revandin 2021-01-10 14:00:34   NAVENDE NÛÇEYAN - Navenda Belgekirina Binpêkirinên Mafan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku li Efrîn û li Girê Spî ya di bin kontrola komên paramîlîter ên Tirkiye piştevaniya wan dike de di nava 10 rojên destpêkê yên salê de 18 sivîl hatine revandin.   Navenda Belgekirina Binpêkirinên Mafan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, rapora binpêkirinên mafan ên 10 rojên destpêkê yên salê yên komên paramîlîter ên Tirkiye piştevaniya wan dike weşand. Di raporê de hat ragihandin ku di navbera 1 û 10’ê çileyê de li Efrîn û li Girê Spî 3 jê jin û 4 jî jê zarok 18 kes hatine revandin.    DI 10 ROJAN DE 18 KES HATIN REVANDIN    Di raporê de ev agahî cih girtin: “Di 1’ê çileyê de li navçeya Şêrawa ya Efrînê kesek, di 2’yê çileyê de li navçeya Raco kesek, di 3’ê çileyê de li navçeya Cindirêsê ji heman malbatê 4 kes, li taxa Mahmûdiye ya Efrînê ji heman malbatê 4 kes, di 7’ê çileyê de li navçeya Cindirêsê kesek, di 8’ê çileyê de li navçeya Cindirêsê kesek, di 6’ê çileyê de li Girê Spî 2 jê jin 6 kes hatin revandin.”