Wê bîranîna Komkujiya Gara Enqerê online bê kirin 2021-01-10 14:51:23   ENQERE - Biranîna qurbaniyên Komkujiya Gara Enqerê ku her meh tê kirin, ji ber qedexeya derketina kolanan wê îro bi awayekî online were kirin.   Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der), ji bo 103 kesên ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de di encama êrîşeke bombeyî ya DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, her dehê mehê li pêş Gara Trenê ya Enqerê çalakiya bîranînê li dar dixe. Lê ji ber qedexeya derketina kolanan, wê çalakiya bîranînê ya îro bi awayekî online bike. Wê bîranîna meha 63’yemîn bi etîketa “#10Cotmeh63mehmejibîrnekir (#10Ekim63ayunutmadık)” wê îro saet di 20.00’an de bê kirin.