Nûnerên partiyan: Qeyûm berhema hişmendiya tekparêze 2021-01-11 09:00:54 STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî, diyar kirin ku qeyûmê tayînî Zanîngeha Bogazîçî hat kirin, berhema hişmendiya tekparêze û gotin: “Rektorê hat dayînkirin, wê tenê komîsertiya AKP’ê bike. Ji bilî vê tu wateyeke wê tuneye.” Çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên li dijî Melîh Bûlû yê AKP’î yê weke rektor tayînê zanîgnehê hat kirin dewam dikin. Piştgiriya ji bo çalakiya xwendekar jî didome. Nûnerên partiyên siyasî, rewşa ku li Zanîngeha Bogaziçiyê diqewime û hedefgirtina xwendekaran ji ajansa me re nirxandin.   TANRIKÛLÛ: MUDAXILEYA DIJ QANÛNİYE   Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, diyar kir ku tayînkirina rektor ne pêkanînek nû ye û wiha axivî: “Ev demek dirêje kesên AKP’î weke rektor tayînî zanîngehan tên kirin. Zanîngeha Bogazîçiyê li seranserê cîhanê di nava zanîngehên resende cih digire. Demokrasî tenê bi rê û rêbazên nivîskî nayin bi cih anîn. Bogazîçî xwedî gelemperiyeke bi xwe pêşxistiye. Xwendekarên wê jî, hewl didin xwedî çanda xwe ya demokratîk derkevin. Piştî darbeya 12’yê Îlona 1980’iyan, yekemîn car rektor tayînî zanîngehan hatin kirin. AKP jî ev demek dirêj vê yekê dike. Ewil qeyûm tayînî rêveberiyên herêmî kir û niha jî dixwaze qeyûman tayînî komele û weqfan bike. Ji ber ku desthilatdarî nikare zanîngehan li gorî xwe bi guherîne, rektoran tayîn dike. Bi vê dixwaze li ser zanîngehan serdestiya xwe ava bike.”     Tanrikûlû, da zanîn ku çalakiya xwendekaran rewaye, lê mûdaxileya li dijî çalakiyan dij qanûniye.    AYDIN: CIVAK PIŞTGIRIYÊ DIDE   Endam Komîteya Navendî ya Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Nehîr Aydin jî, da zanîn ku desthilatdarî dixwaze polîtîkayên xwe yên qeyûm ku hewl dide li tevahiya welat belav bike, di zanîngehan de jî bixe meriyetê û wiha got: “Desthilatdarî bi helwest ‘Ez çi bêjim divê ew pêk bê’ nêz dibe. Lê xwendekar vê yekê îtîraz dikin. Ji ber ku AKP ji liv û tevgerên civakî ditirse, pir tund êrîş dike. Bes xwendekaran dest ji çaliyên xwe bernedan û îro civak piştgiriyê dide îtîraza xwendekaran.”   YUCE: REKTOR KOMÎSERÊN AKP’Ê NE    Hevseroka Giştî ya Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP) Canan Yuce jî, dest nîşan kir ku desthilatdarî ev demek dirêje dixwaze li zanîngehan guhertinekê bike û wiha bilêv kir: “Bi vê hedef dikin ku faşîzmê bi sazî bikin. Vê jî dixwazin bi destên rektorên qeyûm ên AKP’î bikin. Rektorê hat dayînkirin, wê tenê komîsertiya AKP’ê bike. Ji bilî vê tu wateyeke wê tuneye. Divê em piştgiriyê bidin xwendekaran. Ji bo ku Melîh Bûlû îstîfa bike, divê em bi xwendekaran re têbikoşin.”    TORUN: BERHEMA HIŞMENDIYA TEKPARÊZE   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger  Elîf Torûn jî, bal kişand ser qeyûmên tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin kirin û wiha axivî: “Hişmediya tekparêz a ku vîna gel tune hesiband û qeyûm tayîn kir, îro dixwaze li Bogazîçiyê hebûna xwe ava bike. Gotinên Erdogan ên li dijî xwendekarên zanîngehê bermeha hişmendiya tekparêziyê ye. Keçepçe li deriye zanîngehê xistin. Bi vê navê xwe li dîrokê nivîsandin. Desthilatdarî rexneyên li dijî xwe terorîze dike. Ji ber vê xwendekar dibin çavan de hatin îşkencekirin. Endamê partiya me Denîz Baran Erbûdak jî li Enqerê hat binçavkirin û piyê wî şikandin. Bi zanebûn êrîşî ciwanan kirin. Ji bo ku em van êrîşan têk bibin, divê hemû beşên civakê, xwedî çalakiyên xwendekaran ên meşrû derkevin.”    MA / Nacî Kaya